Du jinên rojnameger ên Sûdanî xelat wergirtin

  • 11:34 25 Gulan 2026
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamegerên Sûdanê Aya El-Baz û Reşa Îbrahîm bi dosya û nûçeyên ku amade kirine layîqî xelata bronz a 47yemîn Xelatên Telly hatin dîtin.
 
Medyaya Sûdanê bi ragihandina rojnamegerên Aya El-Baz û Reşa Îbrahîm di 47emîn Xelatên Telly de du xelatên bronz girtine, şahidî ji serkeftineke nû re kir.
 
Li gorî nûçeya NûJinhayê; her du rojnameger bi xebatên xwe yên ji aliyê kanala “El Hurra” ve hate amadekirin layîqî xelatê hatin dîtin. Xebatên wan, di organîzasyona ku îsal ji herêmên cûda yên dinyayê gelek saziyên produksiyon û medyayê beşdar bûyî de derket pêş.
 
Rojnameger Aya El-Baz bi nûçeya xwe ya bi sernavê “Vejînkirina Zanîngeha Xartûmê li Sûdanê” xelat girt. Nûçe, ji ber eleqeya kûr a mirovî, teqdîrek berfireh wergirt.
 
Xebat jiyana li paytext Xartûmê bi vegotinek dîtbarî ya bi bandor digire dest, tevî hemû zehmetiyan, hêza civaka akademîk û hewldana zanîngeha herî bikok a herêmê dîsa bide jiyîn, raxist ber çavan.
 
Rojnameger Reşa Îbrahîm bi nûçeya xwe ya bi sernavê “Darfûra jibîrkirî: Edaleta parçebûyî û sûcên berbelav” layîqî xelatê hate dîtin. Nûçe pirsgirêkên edaletê yên li herêmê û binpêkirinan bi zimanek wêrek û vekirî girt dest.
 
Di nûçeyê de peyama “rojnamegeriya rastîn ne ji bîr dike û ne jî bêdeng dimîne” derket pêş, rastiya mirovî ya tevlîhev, bi awayek dîtbarî belge kir û êşên ku gel di nebûna edaletê de dijîn, kir rojev.