Ji Şaredariya Erxeniyê ji bo jinan qadên çandiniyê

  • 16:26 21 Gulan 2026
  • Ekolojî
AMED - Ji hêla şaredariya Erxeniyê ve bi armanca ku ked û hevgirtina jinan xurt bike ji taxên cuda Projeya Baxçeya Bajêr ê Hevbeş a Jinan pêş dixe. Nebatên aromatîk, firingî, îsot û sebzeyên cûrbecûr hildiberînin.
 
Li Baxçeyê Bajêr ê Hevbeş ê Jinan ku ji aliyê Şaredariya Erxeniya Amedê ve li taxa Çiyayê Makamê ji bo pêşxistina ked û hevgirtina jinan hatiye avakirin, şitlên ji tovên herêmî pêk tên hatin çandin. Hevşaredar Bîrsen Azak Bayar jî beşdarî çalakiyê bû.
 
Qad ji 14 doniman pêk tê, li deh donimî nîsk hatin çandin, çar donimên mayî jî wekî qada baxçeyê hat bikar anîn. Ji bo avdanê, sazûmana berhevkirina ava baranê hat afirandin û li dora qada baxçeyê jî darên fêkiyan hatin çandin.
 
Bi armanca ku ked û hevgirtina jinan xurt bike ji taxên cuda jî jin beşdarî projeyê bûn. Projeya Baxçeyê Bajêr ê Hevbeş ê Jinan ku ji aliyê Rêveberiya Xizmetên Jin û Malbatê ya me ve tê birêvebirin, dê nebatên aromatîk, firingî, îsot û sebzeyên cûrbecûr hilberîne. Armanca projeyê ew e ku herî kêm 10 jin jê sûdê werbigrin.