Li Îranê biryara darvekirina xwepêşandera jin hat xirakirin
- 15:54 21 Gulan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgeha Bilind a Îranê, biryara der barê Bîta Alî- Hemetî ku ji ber xwepêşandanan mehkûmî darvekirinê hatibû kirin, xirab kir. Lê belê ji nûve şandina dosyayê ji bo heman dadgehê di derdorên mafên mirovan de rê li ber fikarên nû vekir.
Li Îranê biryara darvekirinê ya der barê Bîta Alî-Hemetî ku di dema xwepêşandanên Çileya 2026’an de hatibû binçavkirin de hatîdayîn, di roja 17’ê Gulana 2026’an de ji aliyê Dadgeha Bilind a Îranê ve hat xirabkirin. Tevî vê jî dosyayê ji nû ve şandin Şaxa 26’an a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê. Dadgehê, berê jî der barê Bîta Alî-Hemetî û girtiyên ji dosyayên din de, biryara darvekirinê dabû.
Parêzvanên mafên mirovan û çavdêrên hiqûqî, ji nûve şandina dosyayê ji bo heman dadgehê, weke dubarebûna pêvajoya berê û domandina û pêkanînên tund li dijî xwepêşanderan nirxandin.
Mafê darizandina edlî hat qedexekirin
Bîta Alî-Hemetî, di şeva 9’ê Çileya 2026’an de bi hevjînê xwe re di dema serdagirtina malan de hat binçavkirin. Ev yek weke parçeyeke operasyonên ewlehiyê yên berfireh ku piştî xwepêşandanên Çileyê hatin çêbûn hat dîtin. Li gorî rêxistinên mafan, di dema xwepêşandanan de hejmarek zêde kes hatine binçavkirin, mafên girtiyan ê xwegihandina parêzeran, pêwendiya bi malbatan re û darizandina edlî bi awayekî cidî hat qedexekirin. Aktivîst, diyar dikin ku dozên der barê xwepêşandanan de, piranî di bin badora saziyên ewlehiyê û pêvajoyên ne zelal de tên meşandin.
Cezayên giran hatin dayîn
Li gorî biryaya ku Şaxa 26’an a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê daye, Bîta Alî-Hemerî û sê girtiyên mêr ji ber sûcê ‘bi navê dewleta dijmin, meşandina xebatên operasyonel’ mehkûmî darvekirinê hatibûn kirin. Her wiha ji ber sûcên ‘Li dijî ewlehiya welet kombûn û hevkarî’ 5 sal cezayê girtîgehê li wan hatibû birîn, biryar hatibû dayîn ku dest daynin ser hemû malên wan. Kesek ku di heman dosyayê de cih digirt, cezayê 5 sal û 8 meh ê girtîgehê girtibû.
Di dosyayan de belge nîn e
Di îdianameyê de beşdariya xwepêşandanan, berzkirina dirûşman, avêtina amûrên cuda û ziyandayîna malê giştî weke sûc hatin dîtin. Her wiha îdiayên bikaranîna teqemeniyan û ziyandayîna hêzên ewlehiyê jî cih girtin. Lê belê çavdêrên hiqûqî, diyar dikin ku têkildarî her girtiyek belgeyên vekirî û bi hûrgilî bi raya giştî re nehatine parvekirin.
Pisporan, îfade kirin ku yek ji aliyê herî bi nîqaş ê dozê, nebûna zelaliya di sûcan de ye. Li gorî hiqûqnasan, di dozên xwepêşandanan ên li Îranê, di sûcdariyên giştî û ewlehiyê de gelek caran pêşkêşnekirina belegeyên têrker nebûna û derfeta parastina bi bandor ji bo girtiyan tê sînordarkirin.
Her çendî xirabkirina biryara darvekirinê ji aliyê Dadgeha Bilind ve, ji aliyê rêxistinên mafên mirovan ve weke geşedaneke girîng were nirxandin jî ji nû ve şandina dosyayê ji bo heman dadgehê fikarên nû bi xwe re anî.







