Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinan re’: 15 kes hatin darvekirin

  • 13:22 7 Tîrmeh 2026
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinan re’ di daxuyaniya xwe ya heftane ya 128’emîn de bal kişand ser zêdebûna cezayên îdamê yên li dijî girtiyên siyasî û jinan li Îranê û ragihand ku li 57 girtîgehan greva birçîbûnê ya girtiyan berdewam dike.
 
Kampanyayê daxuyaniya xwe ya heftane ya 128’emîn di beriya salvegera tepeserkirina xwepêşandanên xwendekaran ên 9’ê Tîrmeha sala 1999’an de weşand. Di daxuyaniyê de kesên ku di bûyerên 18’ê Tirmehê de jiyana xwe ji dest dane hatin bîranîn, bal kişandin ser zêdebûna cezayên darvekirinê û darvekirinên wan li Îranê û ragirtina serokê dadweriyê wekî berdewamiya polîtîkayên tepeserkirinê di pergala dadweriyê ya Komara Îslamî de hat hesibandin.
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji destpêka meha Tîrmehê ve herî kêm 15 kes hatine îdamkirin, her wiha ji bo hin girtiyên siyasî û tawanbarên asayî jî cezayê mirinê hatiye birîn. Kampanyayê bal kişand ser cezayê îdamê yê ku li girtiya siyasî Erxewan Felahî ya li qewşê jinan ê Girtîgeha Evînê tê girtin hatiye birîn û eşkere kir ku ev biryar di bin zexta saziyên ewlehiyê de û bêyî pabendbûna bi rêgezên dadgehkirina adil hatiye dayîn. Di berdewamiya daxuyaniyê de, li ser cezayên îdamê yên li ser Mehnaz Çardulî û girtiyên din ên mêr ên ku di dema xwepêşandanan de hatibûn girtin balhat kîşandin û hat diyarkirin ku ev biryar mînaka zêdekirina bikaranîna cezayê îdamê ye bi armanca tirsandina civakê.
 
Serokê darazê li ser erk hiştin gefeke cidî ye
 
Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinan re’  hîştina Ejeî di wezifeya serokatiya darazê de rexne kir û ev biryar wekî gefeke cidî li ser rewşa mafên mirovan a li Îranê nirxand. Îddîa kir ku di dehsalên dawî de di dema wî de biryar û înfazên îdamê gihîştine asta herî bilind. Di daxuyaniyê de her wiha bang li sazî û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî û raya giştî ya cîhanê hat kirin ku ji bo rawestandina cezayên îdamê û misogerkirina dadgehkirina adil, zextê li ser karbidestên Îranê zêde bikin.
 
Li 57 girtîgehan greva birçîbûnê berdewam dike
 
Li gorî kampanyayê, girtiyên ku tevlî ‘Sêşema na ji darvekirinan re’  bûne, di hefteya 128’an de li 57 girtîgehên seranserî Îranê de greva birçîbûnê berdewam dikin; di nav de girtîgehên wekî Evîn, Gezelhîsar, Girtîgeha Mezin a Tehranê, Qarçak, Adilabad a Şîrazê, Şîban a Ahvazê, Tebriz, Urmiye, Sine (Saneandaj), Meşhed, Kerman û gelek girtîgehên din.
 
Berfirehiya daxuyaniya bi vî rengî ye:
 
“Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinan re’, di salvegera xwendekarên ku di 9’ê Tîrmeha 1999’an de jiyana xwe ji dest dane, kesên ku di riya azadî û wekheviyê de şehîd ketine bi bîr tîne. Di wê rojê de, xwepêşandanên xwendekaran ji aliyê desthilatdariyê ve hatin tepisandin û xewgeha zanîngehê di nava xwînê de ma.
 
Li gorî statîstîkên hatine weşandin, rêveberiya heram a ‘Welayet-î Feqîh’ ji destpêka meha Tîrmehê ve herî kêm 15 kes îdam kirine û li ser hin girtiyên tawanên asayî û siyasî cezayên îdamê yên nemirovane biriye.
 
Hefteya borî, li ser girtiya siyasî Erxewan Felahî ku di hûcreya jinan ê Evînê de tê girtin, cezayekî îdamê yê mîna serdemên navîn hat birîn. Ev biryar, tevî ku doz di şert û mercên neheq de û di bin zexta saziyên ewlehiyê de hat meşandin, ji aliyê dadgerekî xirabnav ve hat dayîn.
 
Her wiha li ser hin kesên ku di xwepêşandanên meha Kanûna 2025’an de hatibûn girtin jî cezayê îdamê hat birîn. Di nav van de biryara îdamê ya li ser Kemal Xanbehaî ku di Girtîgeha Çubînder a Qezvînê de tê girtin jî heye. Vehîd Xansenemî ku di Girtîgeha Mezin a Tehranê de tê girtin jî di pêvajoyeke nehiqûqî de bi îdamê hat mehkûmkirin û bi armanca afirandina tirsê di nav civakê de, jin û mêrek bi navên Mehdî Nezar û Mehnaz Çardulî jî bi hovîtî bi îdamê hatin mehkûmkirin.
 
Ev cezayên nemirovane di demekê de tên birîn ku herî dawî serokê hêza darazê Muhsenî Ejeî ji aliyê serwerê otokrat Mucteba Xameneyî ve dîsa di wezifeya xwe de hat hîştin. Sicîla Ejeî tijî binpêkirina mafên mirovan û di çar salên dawî de rêjeya îdamê gihîştiye asta herî bilind a sî salên dawî.
 
kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinan re’, cezayên îdamê yên neheq şermezar dike û bang li civaka navneteweyî û her kesê xwedî wijdan dike ku li hemberî karesata mirovî ya li girtîgehên Îranê rû dide, dengê xwe bilind bikin. Cezayên îdamê bi giranî li pişt deriyên girtî, di odeyên lêpirsînê de û di bin zext û îşkenceyên fîzîkî û psîkolojîk de tên dayîn.
 
Ji ber vê yekê, divê her kes bi her awayê gengaz zextên cidî li ser hukûmetê bike da ku rêgezên dadgehkirina adil werin parastin, bi taybetî jî eşkerebûna dadgehkirina dozên girêdayî tawanên ku mafê jiyanê ji nav dibin.
 
Di dawiyê de divê were diyarkirin ku di vê pêvajoyê de gelek kesan ji bo piştgiriya kampanyayê naverok hilberandine an jî daxwaz kirine ku naverokên wan ên ‘Sêşema na ji darvekirinan re’ di ser kampanyayê re werin weşandin. Ev kampanya ya hemû girtiyên di greva birçîbûnê de ye ji her meyl û ramanî, û daxwaza wê ji ser kom, partî û herikînan re ye. Her wiha ji rûpelên kampanyayê re gelek naverok tên şandin. Sedema ji nû ve parvenekirina van naverokan ew e ku kampanya wekî milkê hemû endam, piştgir û dijberên îdamê bimîne û armanca serekî ragihandin û arşîvkirina daxuyaniyên heftane be. Em spasiya piştgirên kampanyayê û hemû tevgerên pêşverû yên dijî îdamê dikin ku mafê jiyanê diparêzin, em bi hezkirin destê xwe dirêjî wan hemûyan dikin.
 
Bêguman, em ê bi berxwedan û piştevaniya hevpar a li dijî îdamê bi ser bikevin.”