Li Yemenê metirsiya felca zarokan zêde dibe

  • 16:18 26 Tebax 2026
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, der barê zêdebûna metirsiya felcê ya li Yemen û Qiloça Efrîkayê de hişyarî da. Kêmasiya aşîkirinê û astengiyên ewlehiyê, metirsiya belavbûnê zêde dikin.
 
Li Yemenê kêmasiya aşîkirinê, gihandina aşiyê ji zarokan re dijwar dike û metirsiya belavbûna vîrusa felca zarokan a li herêmê zêde dike. Welat, di aliyê veguhestina navneteweyî ya vîrusê de wekî herêmeke bi metirsiya bilind tê hesibandin.
 
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê WHO, hişyariyên xwe yên der barê metirsiya belavbûna vîrusa felcê ya mutasyonkirî ya li Yemen û Qiloça Efrîkayê de zêde kirin. Mezinbûna kêmasiya aşîkirinê û xirabûna rewşa mirovî û ewlehiyê rê li ber aşîkirina milyonan zarokan digirin.
 
Li gorî WHO, li Yemenê zêdetirî 4,5 milyon zarokên di bin temenê 5 saliyê de aşiya felcê ya têrker nagirin û pirsgirêkên ewlehiyê yên bi taybetî li herêmên bakur, xebatên aşîkirinê asteng dikin û xeteriya belavbûna vîrusa tîpa 2 ya mutasyonkirî zêde dikin. Yemen di nav deverên metirsiya wan bilind de ye.
 
WHO’yê diyar kir ku li Yemenê pirsgirêkên lojîstîkî yên di veguhestina nimûneyan a bo laboratuwaran de tespîtkirina vîrusê dijwar dikin. Rêxistinê, banga rakirina astengiyên ewlehiyê û berfirehkirina xebatên aşîkirinê kir. WHO’yê, ji bo pêşîgirtina li şewbê; gihîştina ewle, aşîkirina bilez û kapasîteya laboratuwarê ya xurtkirî pir girîng dibîne.