Dayikên Aştiyê di pêşkonferansê de hatin gel hev
- 13:09 19 Îlon 2025
- Rojane
WAN - Meclîsa Dayikên Aştiyê bi dirûşma "Bijî Serok Apo" dest bi pêşkonferansa xwe kirin.
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê pêşkonferansa xwe li avahiya Platforma Şaxa WAN'ê ya Konfederasyona Sendîkayên Karmendên Gelemperiyê(KESK) beriya konferansa xwe ya mezin a di 18-19'ê Cotmehê de li dar xist.
Ji bilî Dayikên Aştiyê, di konferansê de Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk û Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan ( DEM Partî) ya WAN'ê Gülcan Kaçmaz Sağyiğitû rêxistinên bajar û navçeyên WAN'ê yên DEM Partiyê û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) beşdar bûn.
Pankartek bi nivîsa "Azadiye Rêber Apo û Avakirina civaka demokratîk daxwaza dayikan e!" li hola konferansê hate daliqandin. Konferans piştî rêzgirtinê dest pê kir û dirûşmeyên wekî "Bijî Serok Apo" û "Şehîd Namirin" pir caran hatin berzkirin.
Dayika Aştiyê Zekiye Kaya, di konferansê de axivî û got, "Wekî dayikan, daxwaza me ya herî mezin azadiya Birêz Ocalan e. Em jî dixwazin ku girtî di zûtirîn dem de werin berdan."
Konferans li pişt deriyên girtî berdewam kir.