Di êrişên Îsraîlê de 99 kes hatin qetilkirin

  • 11:28 18 Îlon 2025
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî ajansa nûçeyan a Filistînê di nava 24 saetan de di encama bombebaran û topbarana hêzên Îsraîlê yên li dijî Xezayê de 99 kes hatin kuştin.
 
Ajansa nûçeyan a Filistînê (WAFA) li ser zimanê çavkaniyên tenduristiyê ragihand ku di nava 24 saetan de di encama bombebaran û topbarana hêzên Îsraîlê yên li dijî herêma Xezayê de 99 kes hatine kuştin. 
 
Çavkaniyan destnîşan kir ku di nava kuştiyan de 77 kes li bakurê herêmê ne. 48 cenaze birine Nexweşxaneya El Şifa, 20 li Nexweşxaneya El Ehlî El Erebî, 6 li Nexweşxaneya El Qudis, 3 li Nexweşxaneya El Seraya, 3 birine Nexweşxaneya El Ewda, yek birina Nexweşxaneya El Eqsa û 18 birine Nexweşxaneya Nasir.
 
Hate gotin bombebaran û topbaran li herêmên cuda pêk hatin, di nava cihên hatin hedefgirtin de kampa koçberan, mal, avahiyên bilind û kombûnên sivîlan ên li benda alîkariya hene.