‘Tenê ne bi mirovan re bi xwezayê re jî aştî'

  • 09:04 16 Îlon 2025
  • Ekolojî
ŞIRNEX - Endama Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Derya Akyol, bal kişand ser qirkirina ekolojîk a li Bestayê û got, "Me li Şirnexê dest pê kir û li Cûdî, Gabar û Bestayê dengê aştiyê bilind kir. Armanca me ya rastîn ew e ku em dengê aştiyê li her aliyê cîhanê bilind bikin."
 
Qirkirina sîstematîk a xwezayê li Şirnexê ku li Şirnexê hat destpêkirin, bênavber berdewam dike. Pêvajoya ku bi şewatê dest pê ki bi birîna daran berdewam dike. Xwezaya ku di bin navê ewlehê de tê talankirin, ji hêla hikûmetê pêşkêşî rantxuran tê kirin. Ne tenê polîtîkayên şer ên li dijî xwezaya Kurdistanê berdewam dikin, deverên talankirî wekî "herêmên qedexe" têne ragihandin ku mirovan neçar dikin axa  terk  bikin. Di vê navberê de, xelkê Şirnexê li dijî talankirina xwezayê ya berdewam nerazîbûn û dengê xwe bilind dikin.
 
Endama Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Derya Akyol, beşdarî çalakiya nobedê ya ku di 9-10'ê Îlonê de li herêma Bestayê di  pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP) de bi dirûşmeya "Em rê nadin qirkirina ekolojîk, em li dijî talankirina xwezayê dimeşin" bû, der barê talankirina xwezayê de nirxandin kir.
 
'Tiştên ku nikarin bişewitînin dibirin'
 
Derya Akyol, destnîşan kir ku Şirnex, Gabar û Besta di rojevê de ne û got, "Ev ne çalakiya me ya yekem bû li vir. Me berê Meşa Cûdî li dar xistibû. Bi salan e li vir qirkirinek sîstematîk heye. Ev bi şewatên daristanan dest pê kir. Paşê, ev pêvajo veguherî konseptek 'birîna tiştên ku nikarin bişewitînin'. Bê guman, ev bi polîtîkayên ewlehiyê ve girêdayî bû. Bi gotineke din, ew veguherî pêvajoyek hilweşandina stargehan. Bê guman, ev jî veguherî pêvajoyek  ku girêdana wê bi rantê re heye. Di heman demê de, polîtîkayên kirîn û firotina van daran li bajarên din hatin dîtin."
 
'Em aştiyê di nav ahengek bi xwezayê re dixwazin'
 
Derya Akyol tekez kir ku herêm bi salan e herêmeke qedexekirî ye û destnîşan kir ku ev cara yekem e ku li wir çalakiyek tê lidarxistin. Derya Akyol girîngiya çalakiya nobetê bi bîr xist û nirxa beşdarbûna hejmareke mezin ji mirovên ji Tirkiye û Kurdistanê di çalakiya nobetê de anî ziman, got ku ev destpêk e  û wiha berdewam kir, "Di heman demê de, dengê aştiyê bilind bû, hişyariyek û bilindkirina dengan li dijî wêrankirin û talankirina xwezayê hebû. Têgihîştina me ya aştiyê ji aştiya ku ji hêla dewlet û hikûmetan ve tê fêmkirin cuda ye. Her çend serdema 2013-2015 wekî serdema aştiya bê pevçûn bû jî li vir qereqol û kelehkolên leşkerî hatin çêkirin. Di wê demê de talankirinek mezin a xwezayê pêk hat. Ji avakirina qereqolên leşkerî bigire heta madenan, ji paqijkirina rêyan ji bo arşîvan bigire heta birîna daran, gelek kiryarên din ên li dijî xwezayê bi rastî hatin kirin. Em aştiyek wusa qebûl nakin. Em her gav ji bo aştiyek bi rûmet parêzvaniyê dikin. Em aştiyek dixwazin ku hem di navbera mirovan de û hem jî bi xwezayê re di nav ahengekê de be."
 
'Aştîyek ku em jiyana ekolojîk pê re ava bikin'
 
Derya Akyol bal kişand ser dijwarîya avakirina aştiyê û got, "Ji ber ku em dizanin ku bê daran, em tenê dikarin demek kurt li ser vê erdnîgariyê bijîn. Di heman demê de, gava ku em di navbera cureyan de hiyerarşiyek biafirînin, em ê hêzê jî biafirînin. Serdestiya li ser xwezayê dê serdestiya li ser mirovan jî biafirîne. Ji ber vê yekê, em bi rastî bi avakirina jiyana ekolojîk qala aştiyê dikin. Îro, em dikarin bibêjin ku ev destpêka pêvajoyeke xweş e. Em di destpêka serdemek dîrokî de ne. Ji bo cara yekem, komek mirov hene ku ewqas bi hêz aştiyê dixwazin. Divê aştî ne tenê di navbera mirovan de, lê di heman demê de bi xwezayê re jî were damezrandin. Lêbelê, em qet pêvajoyek ku tê de sûdwergirtin serdest be, xeyal nakin."
 
'Em nikarin li cihê ku sermaye hebe behsa jiyana ekolojîk bikin'
 
Derya Akyol tekez kir ku divê jiyana ekolojîk were domandin û divê bi çalakiyan ve sînordar nebe û destnîşan kir ku ev jî şêwaza rêxistinkirina wan e wekî Tevgera Ekolojiya Mezopotamyayê. Derya Akyol wiha dirêjî dayê, "Em Kurd, wekî gelê Kurd, ji vê şêwaza jiyanê dûr nînin. Em nikarin li cihê ku sermaye hebe behsa jiyana ekolojîk bikin. Li cihê ku şer hebe jiyana ekolojîk ne mumkin e. Di serdema pêş de, em ê xebata xwe bidomînin da ku aştî pêk bê, tundûtûjiya li dijî jinan bi dawî bibe û serdestiya li ser xwezayê bi dawî bibe."
 
 
'Armanca me bilindkirina dengê aştiyê ye'
 
Derya Akyol got, "Me li Şirnexê dest pê kir û li Cûdî, Gabar û Bestayê dengê aştiyê bilind kir," û tekez kir ku armanca wan a sereke bilindkirina dengê aştiyê li her aliyekî cîhanê, bi taybetî li Kurdistan û Rojhilata Navîn e.  Derya Akyol behsa platformên ku ew li Tirkiyeyê li ser hevkariyê dikin jî kir û got, "Carinan em heman peyamê parve dikin, lê li deverên din em ji hev cuda ne, lê armanca me ya dawîn avakirina jiyanek bi perspektîfek li ser xwezayê ye. Belê, em li ser hin xalan li hev nakin. Hatina ji Tirkiyeyê ji bo Kurdistanê hinekî dijwar e, lê ev hêdî hêdî tê derbaskirin. Ew ê berdewam bike ku were derbaskirin. Pêvajo dê vê yekê bi xwe re bîne. Pirrengî jî armanca me ye. Ev perspektîfa me ya li ser jiyana ekolojîk e. Pirrengî hem li Kurdistanê û hem jî li Tirkiyeyê derbasdar e. Li cihê ku cihêrengî hebe, têkoşîn dê bi rastî xurttir be. Hevgirtina me heye û ew ê berdewam bike."
 
'Kurdistan Herêma sereke ji bo Talankirina Xwezayê ye'
 
Derya Akyol, destnîşan kir ku çalakvan ji seranserê Tirkiye û Kurdistanê beşdarî çalakiya nobedariyê bûn û got: "Ji bo me pir girîng e ku ew  hatin vir. Em jî li dijî her talankirin an wêrankirina xwezaya li Tirkiyeyê têdikoşin. Ger ku di vê têkoşînê de bibin yek, em ê bi hev re bi ser kevin. Sîstem bi giştî êrîşî xwezaya me dike û ev bi giştî jî wiha ye.  Tişta ku li vir diqewime, mîna herêma sereke, pêşî li Kurdistanê tê kirin. Dema ku sîstem li vir bi ser dikeve ew li aliyê Tirkiyeyê jî heman tiştî dike. Îro, ew li vir daran dibirin, lê ew li Akbelenê jî daran dibirin û li Muğlayê jî berdewam dikin. Ev der bi sûdwergirtina ji ewlehiyê ve girêdayî ye. Ji bo me dê hîn girîngtir be ku em vê yekê nas bikin û bi hevgirtinê bibin yek."