
Zarokistana Xalxalok dest bi perwerdehiyê kir
- 12:18 18 Îlon 2025
- Rojane
AMED - Gerînendetiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê, li Navenda Krêş û Lênihêrîna Rojane ya Zarokistana Xalxalok ku xizmeta pirzimanî dide dest bi perwerdehiyê ya sala nû kir. Di merasîma vekirinê de, hevşaredaran diyar kirin ku ji bo kreşên pirzimanî daxwazek zêde heye û ji ber vê yekê ew ê ji bo vekirina navendên nû dest bi xebatan bikin.
Piştî Zarokistana Perperike dest bi perwerdehiyê ya sala nû kir, îro jî Navenda Krêş û Lênihêrîna Rojane ya Zarokistana Xalxalokê ji bo perwerdehiya 2025-2026 deriyê xwe vekir. Bi vekirina perwerdehiyê ya sala nû re Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, hevserokên DEM Partiyê ya Peyasê, Hevşaredarê Bajarê Nû Mehmet Ergun, rêveberên Sendîkaya DÎSK Genel-İş û her wiha dê û bavên zarokên xwendekaran amade bûn.
Daxwaz zêde bûne, pêdivî bi kreşên nû heye!'
Di axaftina xwe ya di merasîma vekirinê de, Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sîncar got: “Piştî ku em hatin ser kar, me ji bo ji nû ve vekirina saziyên ku ji aliyê kayûmên tayinkirî ve hatibûn girtin an bêkêr hatibûn hiştin, bi awayekî xurt dest bi xebatan kir û vekir. Di vê çarçoveyê de, me sala borî Zarokistana Xalxalok ji nû ve vekir. Zarokên me li vir, ligel zimanê Tirkî û Îngilîzî, derfeta fêrbûna zimanê xwe yê dayikê, bi zimanê Kurmancî û Zazakî jî dibînin. Ev yek dê di perwerdeya wan a paşerojê de bi perspektîfek pirzimanî berdewam bike.” Hevşaredar Sîncar diyar kir ku daxwazek zêde heye û ji bo vê yekê ew ê ji bo vekirina navendên nû dest bi xebatan bikin.
'Ev xizmet ji bo pêşerojê ye!'
Hevşaredar Cengîz Dundar jî di axaftina xwe ya di vekirinê de wiha got: “Em li vir xebatên ku di warên çand, huner û psîkolojîk de ji bo geşepêdana zarokan piştgirî bikin, dimeşînin. Mamosteyên me yên pispor di warê dramayê, hunerên dîtbarî û muzîkê de hene û di karên xwe de pispor in. Em dema xizmetê dikin, bi nêzîkatiyek ku zimanê dayikê esas bê girtin û li gor çerçoveya pirzimanîyê tevdigerin. Ev xizmet jî ji bo pêşeroja zarokên me ne.”
'Xebat dê pirzimanî be!..'
Li ser xebatên ku têne meşandin, Gerînendetiya Karên Çand û Hûnerê jî got: “Di Navenda Krêş û Lênihêrîna Rojane ya Zarokistanan de, ji bo zarokên 3-6 salî, li gor çarçoveya perwerdeya berî dibistanê da ku jêhatîbûnê bi bi dest bixin xebat têne meşandin. Zarok di vê çarçoveyê de li atolyeyan perwerdehiya drama, muzîk, şano, felsefe, xweza, werzîş û hunerê dibînin. Xebatên ku li navendên Zarokistanan têne kirin, bi awayeke pirzimanî nava hefteyê di navbera saetên 08:00 û 17:00’an de sûdê werdigirin. Niha di kreşê de 120 zarok qeydkirî ne û 20 mamoste û xebatkar bi fedakarîyeke mezin ji bo pêşkeftina wan dixebitin. Perwerdeya pirzimanî ya Zarokistanê nêrîna zarokan a li cîhanê dewlemend dike û fersenda naskirina çandên cuda pêşkêş dike. Em wekî şaredarî û Gerînendetiya Karên Çand û Hûnerê, xebatên ji bo zêdekirina hejmara van saziyên hêja didomînin. Xebatên mezinkirina vê projeyê ku pêşeroja zarokên me ne, dê bê navber berdewam dikin.”
Vekirina Navenda Krêş û Lênihêrîna Rojane ya Zarokistana Xalxalokê ji aliyê hevşaredar û mamosteyan ve belavkirina xelatan ji bo zarokan şûn de bi dawî bû.