Sebahat Tuncel: AKBK, mafê hêviyê desteser kir!

  • 13:31 18 Îlon 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Aktîvîsta TJA'yê Sebahat Tuncel li hember biryara AKBK'ê ya dirêjkirina demê derbarê "Mafê Hêviyê" de bertek nîşan da û got, "Mafê hêviyê yê Birêz Ocalan jî ji aliyê Konseya Wezîran a Konseya Ewropayê ve hatiye desteserkirin."
 
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (AKBK) biryara xwe ya demkî derbarê dosyaya "Koma Gurban" de ragihand, ku tê de "Mafê Hêviyê" yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Emin Gurban, Civan Boltan û Hayati Kaytan jî hene. Bi vê biryarê heta dawiya Hezîranê dem ji Tirkiyeyê re hat dirêjkirin.
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tuncel li ser biryara AKBK'ê nirxandin kir.
 
'Bila AKBK erka xwe bi cih bîne'
 
Sebahat Tuncel, diyar kir ku biryara demkî ya ji aliyê Lijneya Wezîran a Parlamentoya Ewropayê (AKBK) ve hatiye dayîn ne hiqûqî ye, lê siyasî ye û wiha domand: "Li şûna ku Tirkiye, israr dike ku rêziknameyên qanûnî yên pêwîst ji bo parastina mafên mirovan û azadiyên bingehîn dernexe, gavên hiqûqî yên pêwîst ji bo bicîhanîna biryarê bavêje, Komîteya Wezîran komîsyona parlementoyê wekî hincet bi kar aniye da ku pêvajoyê dirêj bike. Tirkiyeyê li gorî bendên peymanan ên di van biryaran de hatine destnîşankirin, tevnegeriyayê. Lêbelê, erka dadgehê ew e ku çavdêriyê bike ka biryara wê tê bicîhanîn an na.  Heke neyê bicîhanîn, divê tedbîrên pêwist bigire."
 
'Biryar nayê qebûlkirin'
 
Sebahat Tuncel, diyar kir ku AKBK'ê berpirsiyariya xwe daye "Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xuşk -Biratî û Demokrasiyê" ya ku di Parlamentoyê de hatiye damezrandin, biryara Lijneya Wezîran a "di çarçoveya Plana Çalakiyê ya Mafên Mirovan de ji bo nirxandina cezayên heta hetayê guhertinên qanûnî bike" bi bîr xist. Tuncel diyar kir, "Ev yek me teşwîq dike ku em ji welatên ku erkên Peymanê di vê mijarê de bicîh anîne îlhamê bistînin. Lêbelê, Lijneya Wezîran ne mecbûr e ku 'me teşwîq bike ku îlhamê bistînin'. Ew mecbûr e ku çavdêriya pêkanîna biryarê bike. Bê guman, bi texmînkirina encamên ku biryar bi qanûnî nayê bicîhanîn, li şûna ku mekanîzmayên çavdêriyê yên pêwîst bicîh bîne, Lijneya Wezîran teşwîq kiriye ku biryara Dadgeha Mafên Mirovan neyê bicîhanîn. Ev nayê qebûlkirin."
 
'Ev biryar piştgiriyê dide bêçareseriyê û nade çareseriyê'
 
Sebahat Tuncel di derbarê rola Abdullah Ocalan di çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd de axivî û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Birêz Ocalanku ewqas hewl û fedakarî kiriye, mafê wî yê hêviyê ji aliyê Konseya Wezîran a Konseya Ewropayê ve hatiye desteserkirin. Ev biryar piştgiriyê nade pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê; berevajî vê, piştgiriyê dide siyaseta bêçareseriyê ya Tirkiyeyê."