Bi tezên Abdullah Ocalan re veguhertina dîrokî (5)

  • 09:06 19 Gulan 2025
  • Dosya
 
Li dijî modernîteya kapîtalîst berxwedana demokratîk
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Abdullah Ocalan eşkere dike ku bi manîpulasyonên hegemonîk ên li ser pirsgirêka Kurd xitimandinên siyasî yên li Rojhilata Navîn kûrtir dibin. Abdullah Ocalan nêzîkatiyeke çareseriya radîkal ku ji pêvajoya sûbjektîfkirina gelê Kurd bigire heta modela neteweya demokratîk derdixe pêş.
 
Tecrûbeya teorîk û pratîkî ya tevgera azadiya Kurd, ji bo têgihîştina qeyranên siyasî, nakokiyên etnîkî û pirsgirêkên giştî yên li Rojhilata Navîn nehatine çareserkirin, qadeke referansê ya girîng e. Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk a ku Abdullah Ocalan li Îmraliyê nivîsand û weke projeya çareseriya siyasî tê bi nav kirin, ji bo veguhertina demokratîk ne tenê ya gelê Kurd, hemû gelên Rojhilata Navîn çarçoveyeke berfireh pêşkêşî dike.
 
Abdullah Ocalan hem tecrubeyên dîrokî yên ku di pratîka xwe ya têkoşînê de girtiye, hem jî sedem û encamên pirsgirêka Kurd bi rengekî piralî tîne ziman. 
 
Abdullah Ocalan wiha bal dikişîne ser tecrûbeyên xwe: “Tecrûbeya min a bîst salan li Rojhilata Navîn bêhtir dişibe çil salên Mûsa yên li Çola Sînayê. Mûsa ji bo ezbetên qebîleya Ibrî ya disiplîn nas nedikirin bike qebîleyên şer, gelekî hewl da. Ezbetên qebîleyan bi hêsanî ji wehiyên Xweda Yehowa vedigeriyan û car din ji pûtên berê re stûyê xwe xwar dikirin û dev ji kirinên xwe yên jirêderketî bernedidan. Deh Fermanên Xwedê nas nedikirin, bi hêsanî bi ber bayê hewes û xwestekên xwe diketin. Ber bi ‘Welatê Cennet’ ê ku Xwedê soza wî dabû, nikarîbûn bimeşin. Çîroka wê nîşan dide ku gera komên penaber a li welatekî çiqasî rêûresmeke kevn e. 
 
Xwestin ji zilma Nemrûtan rizgar bibin lê…
 
Eger tu koman nekî îdeolojîk û şervan, ne dûr e ku bihelin û ji hev belav bibin. Aliyekî jiyana me yê bişibe çîroka hewariyên Îsa heye. Hewariyên Îsa xwestin ji zilma Nemrûtan rizgar bibin, lê li zilma Firewnan qelibîn û li bin siya Gladîo’yên Romayê li çarmîxê hatin xistin. Ji bo me jî her kêlî tehlûkeya çarmîxkirinê hebû. Me dest pê kiribû ku em hêdî hêdî hinekî bişibin mucahidên Muhammed. Em îdeolojîk, polîtîk û eskerî bûn. Ji bo jiyanê me paxav nedikir ku em êriş bikin û xwe biparêzin. Em bi tenê ber bi ‘erdên soza wan hatibû dayîn’ ve nedimeşiyan, me bi ti awayî qebûl nedikir ku em ji wan erdan veqetiyana. Lewma em ti carî ji serê çiyayên wê û qûntara çiyayên wê kêm nebûn. Tevî parçebûnê hemûyî, me xwe ji pêkanîna îmkana yekîtiyê paşve neda.”
 
Heke pirsgirêk çareser nebe… 
 
Abdullah Ocalan da zanîn ku ji awayê xuya dike gelekî zêdetir, pirsgirêka Kurd amûrê manîpulasyona sîstema hegemonîk e û wiha bi lêv kir: “Sîstema hegemonîk naxwaze pirsgirêk çareser bibe. Ji ber ku ev bi kêra wê tê. Faşîstên Tirkê Spî jî bi psîkoza şer di polîtîkaya hundir de weke amûrê rêvebirinê bi kar tîne. Heta pirsgirêka Kurd çareser nebe, bivênevê wê welat timî bi mentiqê şerê hundir heye bi rêve bibin. Her tim wê gotinên ‘tehlûkeya derve û hundir’ û ‘yekparebûna welat a parçe nabe’ di dewreyê de bigirin û bi vî awayî rewşa şer dewam bikin. 
 
Pêşiya çareseriyê digirin
 
Kapîtalîzma dewletê ya yekdestdar bi awayekî di dîrokê de hevtayê wê kêm hatiye dîtin bi despotîzma dewleta netewe dibe xwedî îmkan ku çawa bixwaze bi wî awayî ji welat bixwe û bimije. Ango ne bi tenê Kurd ji civak û mirovbûnê têne derxistin, li gorî qanûna kara herî zêde ya kapîtalîzmê weke amûrên herî kêrhatî têne nirxandin. Polîtîka şerê hundir a li ser Kurdan ferz dikin nebe, li Tirkiyê nikarin dewletparêziya netewe û kapîtalîzmê bimeşînin. Ya ji vê jî xeternaktir ew e, vê polîtîka şerê hundir bi awayekî yekalî û weke polîtîka şoreşê dimeşînin. Ev polîtîkayên ku têne îddîakirin, li dijî dijminên hundir û derve ji bo yekîtiya neteweyî û yekparebûnê têne meşandin, bi xwe polîtîkayên sîstema hegemonîk in ku wê bi xwe ew pêk anîne û di kontrola xwe de wan dimeşîne. Heman polîtîkayên hegemonîk ên ji rêûresmê ne ku di serê salên 2000’î de li pêşiya çareseriya demokratîk û aştiya Kurd danîn. Herçiqasî îddîa bikin ku li ser navê milletperestî û neteweperestiyê pêk tînin jî bi xwe polîtîkayên emperyalîst, mêtinger û qirker in.”
 
Pêvajoya ji 1980’î heta bi 2005’an jî ji diyardeya Kurd a obje ye, vegera li civaka Kurd a neteweyî ya bîrewer, bi rêxistin û şerker dibe û bi vî awayî azad û kirdar dibe, îfade dike. Rewşeke welê heye ku ji Kurdîtiya obje ber bi Kurdîtiya azad û kirdar dibe, gavavêtin heye. Em ji vê re dikarin bibêjin, ji Kurdîtiya berê ya mîna meytekî û bûye kole, ber bi Kurdîtiya ji nû ve zindî û azad dibe, gav tê avêtin. Li vir, em behsa komeke piçûk nakin ku bi nav û zêhn derketiye holê, li vir, em behsa gelekî dikin ku ji mîlyonan bihuriye, ji rewşa eşya û rabihuriya kole ber bi rastiya gelê ku xwe bi awayekî azad îfade dike, xwe bi rêxistin dike, xwe bi çalakî dike û xwe dide şerkirin, diçe. Em dikarin vê weke ji nû ve bûyîna gelekî hemdem ê tîpîk û civaka neteweya demokratîk îfade bikin.”
 
Avakirina neteweya demokratîk
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di parêzanameya xwe de wiha bal kişand ser civaka kurd û neteweya demokratîk: “PKK nikare qîma xwe bi tenê bi bihurîna ji dewletparêziya netewe bîne; di heman demê de bi xweavakirina weke prototîpa hêmanên modernîteya demokratîk dikare bi rola pêşengiyê rabe. Di dema nasnameya nû ya PKK’ê de yek ji erkên wê yên sereke ew e, civaka Kurd weke neteweya demokratîk ava bike. Ji bo di vê erka xwe de bi ser bikeve, beriya her tiştî divê karibe xwe bike alternatîfa hêmanên sîstema modernîteya kapîtalîst.
 
Ezmûn û tecrûbeyên hatin bidestxistin
 
Asta polîtîk a PKK’ê li gorî berê di dema nû de têra xwe bi pêş ketiye. Ji ber ku kapasîteya polîtîk bêhtir bi ezmûn û tecrûbeyê tê bidestxistin, PKK di vî warî de li dinyayê yek ji partiyên sereke ye. Tevî ku modernîteya kapîtalîst di asta hegemonîk de dor lê girtiye û lê şidandiye jî tesfiye nabe û ev yek tecrûbeya polîtîk dide wê ango wê bi hêz dike. Polîtîkbûna civaka Kurd û polîtîkbûna PKK’ê di zikhev de û bi awayekî hevdu bi hêz bikin pêk hatiye. Gelê Kurd di dîroka xwe de di dema xwe ya herî bi hêz a polîtîk de ye û mirov vê rastiyê ji bo PKK’ê jî bîne ziman di cih de ye. Li cem PKK’ê polîtîka hundir û derve di zikhev de pêk tên. 
 
Têkiliya di navbera exlaq û polîtîkayê
 
Asta polîtîka pêk tê hem têkiliya wê bi dîrokê re hem jî têkiliya wê bi rastiya rojane û gerdûnî re hatiye danîn. Herweha têkiliya di navbera exlaq û polîtîkayê de jî xurt û têkûz hatiye danîn. Di dizikhevdebûna civaka exlaqî û polîtîk de bingeh tê qebûlkirin. Di bingehê polîtîka PKK’ê de bi qasî hebûna îdeolojîk û sosyolojîk ango bi qasî hebûna hêmanên zanistî, hêmanên exlaqî û etîk jî hene. Têkiliya bi poetîkayê re jî ango têkiliya bi hunerê re jî paşguh nake û girîngiyê pê dide. Bi vî awayî, polîtîkayê bi tenê bi îdeolojî û exlaqê bi gewde nake, bi awayekî hunerî jî wê heyî û manedar dike. Bi vê, hewl dide xwe ji polîtîkayeke hişk û pûç bigihîne diyardeyeke polîtîkayê ya dewlemend û heqîqeta wê.
 
Tevahî şêveyên koletiyê hatine ceribandin
 
Ji bo mirov jiyanê têk nebe, şert e ku beriya her tiştî jiyana bi jinê re bi awayên rast, bi exlaq û estetîk (bi awayê xweşik) pêk bîne. Di şexsiyeta jinê de bi tevahî şêweyên koletiyê hatine ceribandin û pê dane qebûlkirin. Lewma ji bo mirov bibe mêrê rast, bi exlaq û xweşik şertê pêşî ew e, divê mirov vê nasnameya jinê ji hev derxe, bike hevrê û hevjînê doza azadî û wekheviyê. Eger rêzên parêznameya min rast bêne xwendin, wê baştir bê fêhmkirin ka çima ez girîngiyê didim şêweyê jiyanê yê bi vî rengî û weke pîvan ferz dikim. Exlaqê şaristaniyê yê di çarçoveya desthilatdariya modernîteyê de têkiliya cinsî ya cinsperest a bi maneya ‘min karê wê temam kir’ ferz dike (şêweyekî welê yê têkiliyê ye, têkiliya cinsî ya biyolojîk jî dejenere kiriye) û ev şêwazê jiyanê yê paşvemayî bêexlaqî û kirêtiyeke mezin diafirîne.
 
Zîhniyeta etîk, estetîk, felsefî û zanistî
 
Eger şerê min ê mezin ku min li dijî vê meşandiye û encamên wê rast bêne fêhmkirin, jiyan ê bi jinê re bêhtir bi exlaq û xweşik bibe. Ji bo vê jî her mêr û jina ji berpirsiyariyê para xwe girtî, nexasim ji bo jin bi hêz û azad bibe, li tevahiya qadên civakî bibe xwediyê heman giraniyê divê pratîk û nêzîkatiyên zanistî, felsefî, etîk û estetîk hertim pêşde bibe û bi rêxistin bike, li zêhniyet û saziyên neteweya demokratîk bi cih bike. Çi li derve çi li hundir, çi di zikê dayikê de çi di dem û mekanekî li ezman de, jiyana mirov bi tenê bi azadî, wekhevî (bi cihêrengiyan) û demokrasiyê dibe. Li derveyî vê şêweyên jiyanê jirêderketî ne, ango bi nexweşî ne. Ji bo bikeve ser riyeke rast û têkûz bibe, şoreş jî di navê de divê bi gotin û çalakiyên cihêreng ên civakî têkoşîn bê kirin. Ji bo vê jî îrade û zêhniyeta etîk, estetîk, felsefî û zanistî bê pêkanîn.
 
Ez ê di jiyanê de bi ser kevim 
 
Hingê di rewşeke gengaz a derketinê de ez li ku dibim bila bibim, di kîjan dem û dewranê de dibim bila bibim, ez ê ji bo civakbûyîna dixwazim bibim endamekî wê, ji bo Kurdan ku ev rastiya trajîk herî zêde bi serê wan de tê, ji bo netewebûyîna demokratîk a riya rizgarî û çareseriya wan e, ji bo Yekîtiya Neteweyên Demokratîk a riya rizgarî û çareseriya di serî de gelên cîran ên ku ew jî parçeyekî wan in, ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn, ji bo Yekîtiya Neteweyên Demokratîk a ku riya rizgarî û çareseriya gelên cîhanê ye ku ew jî beşekî wan in, pirr asayî ye ku ez ê heta dawiyê bi şêwazê xwe yê gotin û çalakiyê di nava têkoşînê de bim. Bi hêza zanistî, felsefî, etîk û estetîk a ku ev yek pêwîst dike kesayeta min a heqîqetê parake mezin bi dest xistiye, ez ê bi vê kesayeta xwe ya heqîqetê bimeşim, ez ê di jiyanê de bi ser bikevim û ez ê wê bi her kesî re parve bikim.”