
Miftiyê destdirêjî kir beraet kir
- 13:29 5 Gulan 2025
- Hiqûq
RIHA - Ji bo Halîl Bîlîk ê li Rihayê ji ber tacîza zayendî ya li dijî zarokekê dihat darizandin, biryara beraetê hate dayin.
Danişîna doza Halîl Bîlîk ê dema li navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê miftîtî dikir ji ber tacîza zayendî ya li dijî zarokeke 12 salî dihat darizandin, îro berdewam kir. Danişîna 7’an a dozê li 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê hat lidarxistin. Bîlîk, tev li danişînê nebû. Parêzerên bersûc û endamên Komeleya Piştevaniya Jinê ya Yaşameviyê û parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) di danişînê de amade bûn.
Dozgerî bi sedema “îstîsmara zayendî” ceza li Bîlîk were birîn. Parêzerê malbata zarok Arkin Hurtaş jî got: “Em tev li mutalaayê dibin. Em dixwazin bi cezayê herî giran lê were birîn." Parêzerê Bîlîk, Hamdî Dîrîer jî ji bo zarokên di çarçoveya dosyayê de li îfadeyên wan hatibû guhdarîkirin îdiaya “îftîrayê dikin” kir. Parêzerê din ê Bîlîk, Mehmet Ay jî got ku divê tenê îfadeyên mexdûr esas neyên girtin.
Dadgehê ji bo Halîl Bîlîk biryara beraetê da.