'Pêkanîna felsefeya Rêbertî girîng e'
- 15:15 5 Gulan 2025
- Rojane
Mîdye Miqted
HELEB - Jinê li Helebê yên tevli çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûn diyar kirin ku heta azadiyê ew ê çalakiyên xwe dewam bikin û wiha gotin:"Pêkanîna felsefeya Rêbertî girîng e."
Li Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê Komîteya Însiyatifa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Kongra Star bi mebesta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên xwe li dar dixin. Meş hatin lidarxistin. Dîsa li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ya bajarê Helebê civîn hatin li dar xistin, di civînê de sînevizyon li ser felsefe û perspektîfên Abdullah Ocalan ji jinê re hat temaşekirin, her wiha deriyên nîqaşan hatin vekirin.
Jinên tevli çalakiyan bûn nêrînên xwe anîn ziman.
'Çalakî ji bo Rêbertî hatin lidarxistin'
Endama Komîteya Însiyatifa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Kongra Star Nisrîn Mihemed axaftina xwe têkildarî çalakiyên ku li dar xistin kir û wiha got:"Îro di bin hemleya 'Rojek bi jiyana azad re diyalog' çalakiyên cur bi cur tên lidarxistin. Dîsa meş ji aliyê Komîteya Insiyatîfê hat li darxistin. Dîsa civîn li ser asta taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hat li darxistin tê de sînevizyon hat temaşe kirin. Jinên ku di nava van civînan de amade bûn wiha li ser girîngiya birêxistinbûnê û li tenişta wê çiqas rêbertî girîngî daye jinê her wiha erkê ku dikeve ser milê jinan çiye nîqaş kirin? Nîqaş li ser vê bingehê hatin pêşxistin."
'Peyama Rêbertî xelasî ye'
Di berdewama axaftina xwe de Nisrîn Mihemed behsa banga Aştî û ivaka demokratik ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û wiha pê de çû:"Rêber Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de peyama banga Aştî û civaka demokratik rêkir. Ev peyam di demek ku cîhan tevda di nava alozî û qeyranan de dijîn hat rêkirin. Em dikarin bêjin ku ev peyam di dem û wextê xwe de hat şandin yanê weke xelasiyekê bû."
'Tecrîd dewam dike'
Di berdewiyma axaftina xwe de Nisrîn Mihemed da zanîn ku dewleta tirk her piştevaniya şeran dike û wiha got:"Rêber Abdullah Ocalan dema ku peyamek bi vî awayî rêdike daxwaz dike ku aştiyê li cîhanê belav bike ango pêşî li şer bigre. Lê belê dewleta Tirk a dagirker her piştevaniya şer û aloziyan dike lewma heya niha ti gav li hember rewşa Rêbertî nedaye avêtin û tecrîda li ser Rêbertî dide berdewamkirin."
'Erka herî sereke li ser pişta jinê ye'
Di dawiya axaftina xwe de Nisrîn Mihemed banga xwe ji bo tevahî jinên azadîxwaz re rê kir û got divê jin felsefeya Abdullah Ocalan nas bikin û pêk bînin û wiha dom kir:"Piştî peyama Rêbertî ya 'Banga aştî û civaka demokratîk' her wiha peyama ku bi wesîleya 8'ê Adarê hat rêkirin gelekî girîng in. Di vê pêvajoyê de erka herî girîng dikeve ser milê jinê da ku ev proje bigihêje serkeftinê. Divê hemû jin kar û xebatên xwe bidin pêş da ku di zûtirîn demê de em azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger bikin."
Rêbertî bixwînin
Nisrîn Mihemed daxwaz kir ku jin felsefeya Rêberê Gelê Kurd nas bikin, bixwînin û pêk bînin û wiha got:"Banga min ji bo tevahî jinên cîhanê heye ku felsefeya Rêbertî bixwînin û rast pêk bînin. Ji ber ku tevahî çareserî di rêka paraznemeyên Rêbertî de pêkan dibe."