
‘Gel dixwaze aştî bê’
- 09:03 6 Gulan 2025
- Rojane
ENQERE - Pakîze Sînemîllîoglu der barê serdanên malbatan ên ku piştî banga ‘aştî û civaka demokratîk’ hatine destpêkirin de axivî û got: “Di serdanan de em baweriya bi aştiyê, xurtbûna banga Birêz Ocalan dibînin. Li her derê hêviya gelê me hebû; Gel dixwaze demildest aştî pêk bê.”
Partiya Wekhevî û Demorkasiyê ya Gelan (DEM Partî), piştî banga ‘aştî û civaka demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şûnde, bi armanca civakîbûna bangê civînên gel pêk anîn û piştre jî di 10’ê Nîsanê de serdanên malbatan dan destpêkirin.
‘Em bi gel re di têkiliyê de ne’
Pakîze Sînemîllîoglu da zanîn ku ji 10’ê Nîsanê de ye serdanên malbatan pêk tînin û got: “Li dijî propaganda û zimanê ku hewl didin aştiyê qels bikin em bi gel re têkiliyê de ne. Bi gotinên wek ‘wê tenê çek bên çalkirin, teslîmkirin, aştî wê wisa pêk bê de’ hişê gel tevlihev dikin. Li dijî vê me hewce bi vegotinê dît û em yek bi yek ji gelê xwe re wateya bangê vedibêjin. Girseyek me a mezin heye. Em dixwazin yekser ji gelê xwe re vebêjin. Gelê me tevî her tiştî aştiyê dixwazin.”
‘Sedem butçeya ji şer re tê veqetandinê ye’
Pakîze Sînemîllîoglu daxuyakirin ku gelê Kurd û hemû gelan bedelên mezin dane û got: “Em şertên şer dijîn. Bi taybet li hember gelê Kurd şer hatiye îlanirin. Divê êdî aştî bê ser axa Rojhilata Navîn. Êdî bes e. Ji ber çavkaniyên welat ji şer re tên veqetandin gel xizan dibe. Daxwazeke gel heye: Dixwazin demildest aştî pêk bê. Aştî wê ji bo hemû kesî bi fêde be.”
‘Divê daxuyanî bê dayîn’
Pakîze Sînemîllîoglu daxuyakirin ku gel bi awayekî xurt xwedî li bangê derdikeve û wiha vegot: “Di 2013’an de pêvajoya aştiyê hatibû destpêkirin. Sê salan cenaze nehatibûn. Piştre li Enqereyê, li Pirsûsê komkujî hatin jiyîn. Gel ketin fikaran. Bêguman piştî delegasyona 27’ê Sibatê tirs hinek be jî şikestin. Banga birêz Ocalan ji aliyê gel ve hat qebûlkirin. Bandorek mezin afirand. Em di serdanan de vê dibînin. Gel dixwaze êdî rayedar daxuyaniyekê bidin. Gel baweriya xwe ya bi aştiyê bi coşek mezin îfade kir. Lê hîna dewlet di nedîtina rê û rêbazekê de israr dike.”
‘Em hêviya bi aştiyê mezin dikin’
Pakîze Sînemîllîoglu destnîşan kir ku di serdanan de daxwaza aştiyê derdikeve pêş û got: “Em di her hevdîtinê de daxwaza aştiyê dibihîzin. Em li navçeya Yenî mahale di serdana malekê de bi 60 kesîre hatin gel hev. Em bi mezinkirina hêviyê ji hevdîtinan vediqetin. Me di 1’ê Gulanê de li qadan bang kir. Gel dixwaze xwedî li bangê bê derketin û aştî pêk bê.”