
Meşa karkerên jin di roja 6’an de ye
- 20:38 6 Gulan 2025
- Ked/Aborî
ESKÎŞEHÎR - 5 karkerên jin yên ji şaredariya Çîgliyê hatin derxistin, bi daxwaza ji nûve vegerin ser karê xwe meş dan destpêkirin û di roja 6’an de gihiştin Eskîşehîrê.
Di hezîrana 2024’an de 147 karker ji şaredariya Çîgliyê ji kar hatin derxistin. 33 heb vegeriyan karê xwe û yên din nehatin girtin. 5 karkerên jin bi daxwaza vegerin ser karê xwe 1’ê Gulanê de ji ber şaredariya Çîgliyê meşiya navenda giştî ya CHP’ê ya li Enqereyê. Karkerên jin piştî Manîsa û Kutayayê îro gihiştin Eskîşehîrê. Karkerên jin li ber Abîdeya Ulus daxuyanî dan.
Hale Oren Ozdînçer da zanîn ku ew di roja 6’an de ne û got ev ne tenê ji bo vegera li kare, ev heman demê de meşa hesabpirsînê ye.