Jinên tahliye bûn: Wê têkoşîn bidome

  • 18:51 14 Gulan 2025
  • Rojane
STENBOL - Jinên ji girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tahliye bûn gotin: “Wê têkoşîn bidome.”
 
Endama meclîsa giştî ya HDK’ê Esengul Demîr,endama lijneya rêveber a navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî)  Semîha Şahîn û rojnameger Saîme Oguzhan ku bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ di çarçoveya lêpirsîna li hember HDK’ê hatibûn girtin û li girtîgeha Jinan a Bakirkoyê diman hatin berdan. Jinên tahliye bûn ji aliyê rêveberên DEM Partî, HDK MYK’ê, hevserokê giştî yê ESP’ê Murat Çepnî û gelek welatiyan ve hatin pêşwazîkirin.
 
Semîha Şahîn li ber girtîgehê axivî û da zanîn ku wê ji bo berdana hemû girtiyan têkoşînê bidomînin. Esengul Demîrjî daxuyakirin kuli girtîgehan gelek girtiyên nexweş hene û got divê girtiyên siyasî azad bibin.
 
Saîme Ozguhan jî diyar kir k hemû girtiyên siyasî neyên bedan wê têkoşîna wan bidome.