Nîlgun Toker:Avakirina aştiyê ji vir şûnde ye

  • 09:06 15 Gulan 2025
  • Rojane
 
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL- Endama Lijneya Rêveberiya TÎHV’ê Nîlgun Toker diyar kir ku avakirina aştiyê ji vir şûnde ye û got: “Rabûna têkoşîna çekdarî, bêtundîtî wek aştiyê tê vegotin lê ya em dibêjin aştiyeke bi perspektîfa mafê mirovan yanî demokratîkbûnê ye. Xwedî hêviyeke wisa bi nirx e.”
 
Piştî banga ‘aştî û civaka demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 27’ê Sibatê de kir şûnde PKK’ê di dîrokên 5-7’ê Gulanê de 12’emîn kongreya xwe ya Awarte pêk anî û biryara bidawîkirina têkoşîna çekdarî da. Endama lijneya rêveberiya Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Nîlgun Toker der barê pêvajoyê de nirxandin kir. 
 
‘Avakirina aştiyê ji vir şûnde ye’
 
Nîlgun Toker da zanîn ku wek TÎHV’ê bi salan e îtîraza li dijî pevçûn û şer tînin ziman û got pêvajoya tê jiyîn jî wek ‘avakirina hawira bê pevçûn’ dixwîne û got: “Vê pêvajoyê wek zemîna ku bidawîkirina hawira bêpevçûnê dixwînim. Bidawîbûna bêpevçûnan ji bo mafê mirovan her tim girîng e. Aştiya civakî bi mafê mirovan pêkan e. Avakirina aştiyê ji vir destpê dike. Rabûna têkoşîna çekdarî, bêtundîtî wek aştiyê tê vegotin lê ya em dibêjin aştiyeke bi perspektîfa mafê mirovan yanî demokratîkbûnê ye. Xwedî hêviyeke wisa bi nirx e. Ez vê girîng dibînim. Ji vir şûnde ev karê siyasetê ye. Em dipên û em ê biînin. Hêviyên me ev in.”
 
‘Afirandina hêviyê bir nirx e’
 
Nîlgun Toker da zanîn ku piştî pêvajoya navbera 2013-2015’an şûnde binpêkirinên mafan bûne rêbaz û bi salan e di her qada jiyanê de polîtîkaya tundiyê tê meşandin. Nîlgun Toker wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev 10 sal in binpêkirinên mafan sîstematîk bûne. Ji gelek mijaran mirov tên girtin. Ji bo nîqaşên azad bên kirin divê binpêkirinên mafan ji holê rabin. Pêvajoyeke wisa, afirandina hêviyê bi nirx e. Hêvî gelek bi nirx e.”
 
Tiştên divê bên kirin: Divê maf bên nasîn
 
Nîlgun Toker balkişand ser mafê hêviyê û got ji bo mafên destûra bingehîn bên bikaranîn divê Tirkiye gavê bavêje. Nîlgun Toker wiha anî ziman: “Heta mirinê girtina mirovekî ne rewa ye. Ji ber vê mafê hêviyê gelek kesên ku muebeta giran lê hatiye birîn eleqeder dike. Li pêş dewletê du peywir hene. Divê li gorî destûra bingehîn a heyî tevbigerin û li gorî qanûnan tevbigere qada siyasî vebike û astengiyên dijdemokratîk ên di destûra bingehîn rabike, her kes bibe xwedî maf. Tenê bi naskirina mafan nabe di heman demê de divê maf bikaribin pêk bên. Ji bo avakirina aştiyê divê astengiyên li pêş saziyên civaka sivîl bên rakirin. “