
'Em ê li ser rêya rastiyê ya ku wan vekiriye bimeşin'
- 13:52 18 Gulan 2025
- Rojane
STENBOL - Li Stenbolê ji bo du kadroyên pêşeng ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altun merasîmek girseyî hat lidarxistin. Di merasîmê de hat destnîşankirin ku Alî Haydar Kaytan û Riza Altun bi têkoşîna xwe gelê Kurd şiyar kirin û hat gotin, "Em ê li ser rêya rastiyê ya ku wan vekiriye bimeşin."
Li avahiya navçeya Bagcilarê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di bin serokatiya Komeleya Anadoluyê ya Piştgirî û Alîkariya bi Malên Winda re (ANYAKAYDER) de, ji bo du kadroyên pêşeng ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altun merasîmek bi girseyî hate lidarxistin. Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), rêveberên parêzgeh û navçeyan ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Komeleya Piştgirî û Alîkariya bi Malbatên Girtî û Mehkûmên Marmarayê (MATUHAYDER) û gelek kesên din beşdarî bîranînê bûn.
Li hola ku bîranîn lê pêk hat, quncikek bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Alî Haydar Kaytan û Riza Altun hatibû amadekirin. Pankartên bi nivîsên "Silav ji roja me re / Silav ji berxwedana zindanan re" û "Rêberên daîmî dê di têkoşîna me de bijîn" li holê hatibûn daliqandin.
Pêşî, ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de di şexsê Alî Haydar Kaytan û Riza Altun de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin. Piştre, vîdyoyek ku axaftin û têkoşîna Alî Haydar Kaytan û Riza Altun nîşan dide hat nîşandan. Di bîranînê de gelek caran dirûşmeyên "Şehîd Namirin" hatin gotin.
'Em ê li ser rêya rastiyê ya ku wan vekiriye bimeşin'
Metna ku di şexsê Riza Altun û Ali Haydar Kaytan ve hatibû amadekirin ji hêla Turkan Aşçi ya ji ANYAKAYDER ve hate xwendin. Turkan Aşçi got, "Meşa me ya têkoşînê ya 52 salan bi hemû heybetiya xwe berdewam dike. Ji bo kesên ku sond xwarine ku azadî bi dest xistine, ev qet dawî nîne, lê destpêkek nû ye. Em careke din bi rêzdarî û di şexsê ewladên wêrek ên Dêrsimê, hevrê Şehîd Alî Haydar Kaytan û Şehîd Riza Altun de û şehîdên me yên têkoşîna 52 salan bi minetdarî bi bîr tînin û dilsoziya xwe ya herheyî ji bo bîranîna wan diyar dikin.”
Dayika Aştiyê Sabiha Bozan jî got şer rehet e lê avakirina aştiyê zor e.
Ji Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Yunus Emre Işık helbestek xwend.
Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arife Çinar jî got ew li ser van axan bûn ronahî em ê jî vê ronahiyê mezin bikin.
Her qiha Fuat Boz ê 30 salî di girtîgehê ma şûnde derket got ew ê jî berpirsiyariya xwe bi cih bînin.
Bîranîn bi dirûşmeyan bi dawî bû.