Şêniyên Tebqayê ji bo Abdullah Ocalan meşiyan

  • 15:07 18 Gulan 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên kantona Tebqayê bi meşekê diyar kir ku dê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşînê berdewam bikin û piştgirî dan banga "Aştî û Civaka Demokratîk".
 
Şaxê kantona Tebqayê ya Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û nîşandina piştevaniya xwe bi banga "Aştî û Civaka Demokratîk" meşek li dar xist. Nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê, Kombûna Jinan a Zenûbiya jî di nav de gelek şênî tev li meşê bûn.
 
Şêniyan ku ji taxa Ewel (Yemen) dest bi meşê kir, pankartên bi nivîsên "Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsogeriya aştî û demokasiya gelan e" vekirin û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hildan.  
 
Girseya heya çerxerêya taxa El Sanî (Duyem) meşiya bê navber dirûşmên "Ji azadiya Rêber Apo re azadî" û "Bijî Serok Apo" berz kirin. Li vir ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqeyeke rêz hat girtin. Piştre jî endamê Şaxê Kantona Tebqayê ya Însiyatîfa Sûriyeya ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Riyad El Walî axivî. El Walî anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan çareserî  ji kaosên li Rojhilata Navîn pêşkêş kirine, banga diyalogan dike û tundiyê red dike.
 
Riyad El Walî bal kişand ser vê yekê ku Abdullah Ocalan tevî mercên giran ên ragirtinê têkoşîna xwe ya ji bo çareserî û aştiyê didomîne û got, êdî nabe pêşniyarên Abdullah Ocalan werin paşguhkirin.
 
Riyad El Walî di dawiya axaftina xwe de ev peyam da: "Azadiya Rêber Abdullah Ocalan daxwazek ji rêzê nin e, lê belê pêwîstiyek ku deriyê siberojê li pêşiya gelên aştîxwaz vedike."
 
Endama Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Kantona Tebqayê Ranya Bîtar jî destnîşan kir ku azadiya fîzkî ya Abdullah Ocalan ji bo her veguherînek demokratîk a rastîn li herêmê şert e.
 
Ranya Bîtar di dewama axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana Rêber Abdullah Ocalan û wiha pê de çû "Sekna Rêbertî ne tenê li hemberî tecrîdê ye, lê sekna raman û felsefeya azad e. Ev yek jî îsbat dike ku ramanên azadî ji alavên çewisandinê bihêztir in. Armanca tecîrdê jî jiholê rakirina ramanên wî ye, lê ev armanc jî bi ser neket."
 
Ranya Bîtar di dawiya axaftina xwe de heya azadkirina fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan soza domandina têkoşînê de û diyar kir ku azadiya wî azadiya tevahiya gelên azadîxwaz e.
 
Meş bi dirûşman bi dawî bû.