
Piştî salan şûnde yekemîn car zarok çûn serdana Abdullah Ocalan
- 14:45 8 Hezîran 2025
- Rojane
STENBOL-Di hevdîtina cejnê ya li Îmraliyê pêk hat de, ligel biraziyên wî, zarokên ku xizmên wî bûn çûn hevdîtina Abdullah Ocalan.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Îmraliyê bi wesîleya Cejna Qurbanê hevdîtina malbatê pêk anîn.
Di çarçoveya hevdîtinê de Abdullah Ocalan, bi Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) yê Rihayê Omer Ocalan û Alî Ocalan re 7’ê hezîranê de hevdîtin pêk anîn. Di hevdîtinê de zarokê Alî Ocalan û zarokêkê din yê biraziyê Abdulla Ocalan di hevdîtinê de cih girt.
Girtiyên din Hamîlî Yildirim jî bi birayê xwe û pismamê xwe re, Omer Hayrî Konar jî bi birayê xwe re di 7’ê Hezîranê de hevdîtin pêk anî.
Sê girtî sewqê Îmraliyê hatin kirin
Girtî Veysî Aktaş jî bi xwişk û birayên xwe re îro hevdîtina malbatê pêk anîn. Girtiyên bi navê Engîn Atabey, Mahmut Yamalak û Zekî Bayhan yê demek berê hatibûn sewqkirin jî îro bi xwişk û birayên xwe re hevdîtin kirin.