‘Ber deriyê me jî tevli îmarê dikin’

  • 09:05 26 Gulan 2025
  • Ekolojî
Memihan Zeydan
 
WAN - Endama Wan EKO-DER’ê Ayşe Ergun der barê talana ekolojîk de axivî û got: “Bi texrîbatên ekolojîk dixwazin her derê bê mirov bihêlin û bajarvanî û beton şerê taybet e.”
 
Ligel polîtîkayên şerê taybet ên dewletê yên li Kurdistanê, texrîbata ekolojîk jî di asta herî jor de ye. Li her çar alî Wanê bi projeyên cuda texrîbata mezin pêk tê. Şîrketên mezin û sermayedarên bi piştgiriya desthilatdariyê ji bo bêrîka xwe tije bikin xwezayê texrîb dikin.
 
Endama Komeleya Ekolojî ya Wanê (EKO-DER) Ayşe Ergun der barê talana ekolojîk de nirxandin kir.
 
‘Xebatên madenê rîska mezin dihewîne’
 
Ayşe Ergun balkişand ser ekosîstema Wanê û got: “Herêmeke bi av û çemên xwe tê zanînê ye. Demên dawî de texrîbatên mezin çêdibin. Xebatên madenê demên dawî de zêde bûn. Ev rîskên mezin dihewîne û rê li ber texrîbatên mezin vedike. Qadên sazlik ku navbera 2010-2024’an de 15 hezar hektar bû di 2024’an de ev daketiye 9 hezar hektarî. Mêrg jî wisa ne. Em dibînin ku gelê herêmê nikare xwe bigihînin mêrgan.”
 
Projeyên HES’ê xwezayê qirêj dikin
 
Ayşe Ergun balkişand ser projeyên HES’ê û got HES rê li ber qirêjiyek mezin vedikin û got: “Gelê herêmê ji HES’an tu fêdeyê nagirin. Armanca projeyên HES’ê ev e ku herêm bê ax û bê mirov bên hiştin. Roj bi roj beton zêde dibin. Ev raste rast xwezayê texrîb dike. Hedefa me ev e ku bajarên eko bên avakirin. Niha tu plansaziyên îmarê ne li gorî ekolojiyê ne. Ev bajarvanî û beton wek polîtîkayeke şerê taybet e.”
 
‘Ber deriyê me jî tevli îmarê dikin’
 
Ayşe Ergun wiha berdewam kir: “Niha em nikarin behsa şînahiya baxçeyê xwe jî bikin. Ji ber ku êdî ber deriyên me jî tevli îmarê dikin. Ji bo pêşî li vê bê girtin divê planên îmarê li gorî ekolojiyê bên kirin. Bi texrîbatên ekolojîk mirovan neçarî koçberiyê dikin. Em li mînaka Geliyê Zîlan binêrin. Mirov ji ber HES’an neçarî koçbriyê tên kirin. Divê gel li dijî pratina ekolojiyê tiştekî bike. Divê xebatên hişmendîkirina gel bên meşandin. Divê bi jin, ciwan û zarokan re atolyeyên perwerdehiyê bên kirin. Di vî alî de xebatên me jî hene. Mînak di çalakiya 45 rojan a li Giyadînê de gelê herêmî cih girt. Ev jî nîşan dide ku gel çiqas xurt be têkoşîna ekolojîk evqas xurt e.”