Der barê Berdevka SKM’ê Tanya Kara de biryara tahliyeyê

  • 18:41 27 Gulan 2025
  • Hiqûq
STENBOL- Der barê Berdevka Giştî ya SKM’ê Tanya Kara de bi îdiaya ‘endamtiyar rêxistinê’ doz hatibû vekirin. Di yekemîn runiştina dozê de biryara tahliyeyê hat dayîn.
 
Yekemîn runiştina doza der barê Berdevka Giştî ya Meclîsên Jinan a Sosyalîst (SKM) Tanya Kara de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ doz hatibû vekirin. Yekemîn runiştina dozê li 26’emîn Dadgeha Ceza Giran a Stenbolê hat dîtin. Tanya Kara ya ku ji 24’ê Çile de girtî bû û parêzerên wê di runiştinê de amade bûn. GElek omele, rêxistin û rêxistinên jinan tevli runiştinê bûn. Piştî tespîta nasnameya runiştinê dest pê kir.
 
Tanya Kara di parastina xwe de diyar kir ku di îdianameyê de faliyetên siyasî hatine krîmînalîzekirin û got wê berdevkiya SMK’ê kiriye. Tanya Kara daxuyakirin ku tevahiya îdianameyê de tê xwestin ku nêrîn bê afirandin û got ew bersiva ji bo îfadeyên derew jî wek zilm dibîne.
 
Dozger di mutalayê de daxwaza berdewamkirina Tanya Kara da. Lê dadgehê bi şerta kontrola edlî biryar tahliyeyê da û doz taloqî 16’ê îlonê kir.