Eniya jinê ya berxwedana nîvsedsalê (3)

  • 09:05 22 Gulan 2025
  • Dosya
Mîrateya azadiyê ya ku PKK'ê li pey xwe hiştiye
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevlîbûna jinên Kurd a têkoşînê derketina ciyayên Kurdistanê di serî de bandor li Gelê Kurd û dû re jî bandor li tevahiya civakê kir. Jin ji aliyê zanyarî ve bi hêz bûn û gotin "Ez li vir im". 
 
Piştî "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27 'ê Sibatê de kir, PKK'ê destpêkê agirbest îlan kir. PKK ku di navbera 5-7'ê Gulanê de Kongreya xwe ya 12’yemîn lidar xist, di 12'yê Gulanê de ragihand ku ew ê biryarên ji bo ‘têkoşîna bêçek’ û ‘fesîxkirinê’ weke destpêkeke nû nirxand. Li hemberî gavên ji aliyê PKK'ê ve hatin avêtin, bendewariyên ji bo dewlet jî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li ser bingeha demokratîk û aştiyane gavan biavêje, zêde bû. Ev biryar ne tenê ji bo Kurd di heman demê de ji bo siberoja demokratîk a Tirkiye û hêviyên aştiyê yên Rojhilata Navîn nexşerêyekê pêşkêş dike.
 
Kongreya 12’yemîn a ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê derfeteke dîrokî ye. Fesixkirina rêxistinê û bidawîkirina têkoşîna çekdarî, tê wateya veguherîna têkoşîna bi salan ya li dijî polîtîkayên qirkirin û înkarê ber bi siyaseta demokratîk ve. Lê belê, veguherîna vê derfetê bo aştiyeke mayînde bi avêtina gavên wêrek ên dewlet û civakê ve girêdayî ye.
 
52 sal in li hemberî mêtingeran, emperyalîst, komplogeran û li dijî her cûre zilmê berxwedanek ji hêla jinan vê tê dayîn. Di vê beşê de jî me nirxandinên jinan ên demên borî yên têkildarê têkoşînan jinan de anî ser ziman. 
 
Di nav şertên koletiyê de gotin 'Em li vir in'
 
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta, diyar ku Gelê Kurd û jinên Kurd di dîrokê de di nava şert û mercên koletiyê de bû û got: "Di vê perspektîfê de dema em li cihê têkoşîna jinên Kurd dinêrin, di têkoşîna jinên Kurd gotin 'Ez di vê de heme'. Di qonaxa yekem de, di serdema koma bîrdozî de, gelek hevalên me yên jin ên weke Sara (Sakîne Cansiz) cih girtin. Dîsa di pêvajoya girtîgehê de em dibin şahidê berxwedana hevala Sara û jinên welatparêz ên hatine girtin. Dîsa di dema 15’ê Tebaxê û piştî 15’ê Tebaxê de jinên Kurdistanê beşdarî vê têkoşînê bûn. Dibe ku di hinek deman de, her çendî hejmara wan kêm bibe jî, ji aliyê zanyarî ve bi hêz bûne û gotine 'Ez li vir im'.
 
Bantora tevlîbûna jinan a di nav PKK'ê 
 
 
Tevlîbûna jinên Kurd a têkoşînê herî zêde bandor li civaka Kurd kir. Şehadeta yekemîn a hevalên jin, şert û mercên civaka Kurd ên wê demê, ku her tişt li ser şexsê jinê dihat nirxandin, jin weke namûs rûmet dihat dîtin, gelek şer û rewşên bi vî rengî diqewimin, jin derketin çiyayên Kurdistanê û di nava refên gerîla de cih girtin, bandoreke kûr li ser civakê kir.
 
Dema em li têkoşînê dinêrin, jin di têkoşîna me de xwedî cihekî girîng û cuda ye. Jin ast, reng û hêzeke cuda li têkoşînê zêde dikin. Di heman demê de jin cudahiya PKK’ê derdixe holê. Weke tevgera jinê em vê dibêjin; Rêber Apo yê ku di geşedana vê têkoşînê de cih girt, rêberekî ku pêketin û komkirina tevgerek tevahî pêk tîne. Lê tevgera jinê di heman demê de tevgereke rêbertiyê ye.
 
Taybetmendiya têkoşîna me 
 
Jinan bi vê têkoşînê tirsa xwe û bi taybetî jî tabûyên ku ji bo wan hatine afirandin ji holê rakirin. Bi taybetî jî têkoşîna jinê, artêşa jinê ya ku di salên 1990’î de hat birêxistinkirin, di 15’ê Tebaxê de hate pêşxistin û li cîhanê cara yekemîn di nava tevgereke gerîla de weke artêşeke cuda hate birêxistinkirin. Jin li çar aliyê cîhanê di nava têkoşînên gerîla de cih girtine, lê avakirina wê weke artêş bi serê xwe taybetiya têkoşîna me ye.
 
Rêber Apo cihê jinan di têkoşînê de destnîşan kir; Jina ku şer dike azad dibe, jina ku azad dibe bedew dibe, jina ku bedew dibe tê hezkirin. Jinên Kurdistanê di nava vê tevgerê de azadî, têkoşîna xwe, bedewî û hezkirina xwe pêş xistin. Ji ber vê yekê em weke jinên Kurd vê têkoşînê tenê weke têkoşîna çekdarî nabînin. Bi vê boneyê em hemû şehîdên xwe yên jin ji şehîda xwe ya yekemîn Besê Anuş, heta hevala Sultan Çîçek Sevcan, Hanim Yaverkaya û Bêrîtan bi bîr tînin. Jinên Kurd her tim di refên herî pêş ên têkoşînê de mane. Ez girîng dibînim ku di vê pêvajoyê de cihê tevgera me ya jin û yekîneyên me yên gerîlayên jin diyar bikin.
 
Afirandina derfetên têkoşînê
 
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Fatma Adir jî di hevpeyvîna xwe yên demên borî de kiribû em carekdin bi xwendevanên xwe re parvedikin. Fatma Adir wiha bal dikişîne ser têkoşîna jinên kurd: "Damezrandina PKK’ê ya li Kurdistanê, pêşxistina rêxistinbûna wê ya li ser esasê propagandaya çekdarî û tevlîbûna aktîf a têkoşînê ya jinan a yekemîn koma Enqereyê, eleqeya 15’ê Tebaxê ji aliyê eniya jinan ve zêde kir. Meyl, bendewarî û baweriyek di nava civaka Kurd de hebû ku rûyê xwe ber bi têkoşînê ve dixist. Lê ev bawerî tenê di hêviyê de bû. Bandora hevalên jin ên ewil ên tevlî partiyê bûn li cihên ku em lê bûn diyar bû; tevlîbûna wan a civînan û tevlîbûna pêvajoyan ji bo jinan bendewarî û derfetên têkoşînê afirand.
 
 
Lê di civaka kurd de tiştekî wiha hebû; Bi 28 qetlîaman re rû bi rû maye û mirov dikare bibêje ku van qetlîaman di nava jinên Kurd û civaka Kurd de şikestinek mezin çêkir. Tirs û nekarîna xwe îfade bike hebû. Di wateya herî giştî de jin di pergala serdestiya mêr a 5000 salî de kole bûn. Lê li Kurdistanê jin di jiyana komînal de jî xwedî cihekî berçav bû. Tevî ku jin qismî beşdarî têkoşînê bibin jî; Ji ber komkujî û îstîsmarên ku ji aliyê metingeran ve dihatin kirin, bi giştî ditirsiya, ji xwe haydar bû, ji xwe re mîsyon nedabû, li pişt zilaman sekinîbû û nedihat dîtin. Bi tevgerê re hêviyek ji bo jinan hat afirandin. Di nava têkoşînê de hatin dîtin.
 
Şehadeta hevalên me yên jin tevlîbûna jinan a di nava civakê de xurt kir û teşwîq kir. Mînak hevala Bêrîvan ji van mijarên ku min behs kir de mînakek pir baş e. Hevala Bêrîvan di artêşbûna jinê de yekemîn bû. Hevala Bêrîvan (Binevş Egal) di xebatên civakî de pêşengiya bi biryar a jinan dike."
 
'Ji bo hebûna gel têkoşîn da meşand'
 
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Zilar Stêrk jî di nirxandinên demên borî de wiha bal dikişîne ser têkoşînê: "Têkoşîna PKK’ê di dîroka xwe de mohra xwe li geşedanên pir girîng xist. Beriya her tiştî Kurd û Kurdayetiya li ber windabûnê vegerandiye. PKK navê ji nû ve hebûna Kurdan e. PKK hebûnek e. Ji bo hebûna gel têkoşîn da meşandin. Di vê wateyê de Kurd û Kurdayetî weke gel û netewe ji nû ve zindî kir. Di nav kurdan de û di mejiyê wan de hişmendiya netewî afirand. Di vî warî de bi rastî dil û mejiyê hemû Kurdan, jin û mêr, ciwan û mezin û zarok bi dest xist. Di navbera PKK’ê û gelê Kurd de hezkirin û dilsoziyeke ku nayê şikandin heye. Di vê wateyê de endambûna PKK'ê ne tenê meseleya kadro û milîtanên partiyê ye. PKK bûye rastiya gelan.
Ji bo gelan bûye pêvajoya hebûnê. 
 
Pêşxistina azadiya jinê
 
Di vê çerçoveyê de pêşketinên mezin jî bi xwe re aniye. Di her aliyê civakî, siyasî, komînal û leşkerî de mohra xwe li pêşketinên mezin hişt. Pêşketina herî girîng a ku PKK’ê pêk anî, pêşxistina azadiya jinê bû. Bi rastî beriya PKK’ê ne pêkan bû ku li Kurdistanê behsa azadiya jinê bike. Şert û mercên civakî yên ku civaka Kurd lê dihat mehkûmkirin, asteke mezin a reaksîyonîzmê derxistibû holê. Rastî civakeke pir feodal, girtî, zayendperest bû. Bi derketina PKK’ê re di derbarê azadiya jinê de hişmendî û ronakbîriyek mezin derket holê.
 
Mîmarê Îdeolojiya Rizgariya Jinê
 
Di pêşengiya Rêber Apo de tezên azadiya jinê rastî eleqeyeke mezin hatin. Rêber Apo di vî warî de kedên mezin da. Bi kedeke mezin jinên Kurd ji koletiyê derxist û bi azadiyê re hişyar kir. Di vê mijarê de tezên pir cidî dan. Rêber Apo mîmarê Îdeolojiya Rizgariya Jinê ye. Her wiha teoriya kuştina zilam û veguherandina zilam jî derxist holê. Di vê çerçoveyê de jina kurd gihandiye asteke pir bilind a rêxistinbûnê. Di vê wateyê de tevgera PKK’ê ya bi pêşengiya Rêber Apo mohra xwe li pêşketinên mezin ên azadiya jinê hişt. Cîhan jî di vê mijarê de têkoşîna azadiya jinê ronî kir. Ew bû sedema ronakbîriyek mezin. Em dikarin bibêjin ku; Tezên azadiyê yên ji aliyê PKK û Rêber Apo ve hatin pêşxistin derbeke mezin li tundî û îdeolojiya zilamê serdest xist. 
 
 
Sedsala 21’an dê bibe sedsala jinê
 
Tezên azadiyê yên Rêber Apo, yekdestdariya mêr, yekdestdariya mêr a şîdetê şikand û hilweşand. Divê hemû cîhan vê bibîne. Pêwîste hemû jinên cîhanê vê yekê bibînin, bizanibin û hewl bidin ku vê yekê nas bikin. Dîsa jinên Kurd ên li ser esasê îdeolojiya azadiya jinê hatine ronîkirin, îro rastiya tevgereke mezin derxistiye holê. Rol û mîsyona pêşengiya jinên cîhanê ji xwe re kiriye. Di vê wateyê de bûye dînamîkeke mezin a têkoşînê. Em dikarin bêjin ku têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd û tevgera azadiyê ya ku wan afirandiye, di sedsala 21’an de bibe sedsala jinê. Helbet têkoşîna jina Kurd a azadiyê ji ku dest pê kir? Di dorhêla PKK’ê de dest pê kir, li ser zemîna têkoşîna ku PKK’ê afirand, dest bi çewisandinê kir, xwe bi rêxistin kir, îdeolojiya tevgera xwe û vîna xwe ya têkoşînê eşkere kir. Di vê wateyê de PKK’ê di meşa azadiya jinê de kedek mezin da.
 
Li aliyê din têkoşîna PKK’ê û tevgera PKK’ê di kesayeta Kurd a Kurdistanê de guhertin û veguhertinên mezin pêk anîn. Ji kesayetek paşverû ya ku ketibû binê kevirê kesayetek azad afirand. Ev weke geşedanên ku di encama hewldan û têkoşîna mezin a Rêber Apo de derketine holê hatin jiyîn. Di vê wateyê de ev hemû di nava refên PKK’ê de pêk hatin. Di encama perwerdeyên di nava refên PKK’ê de, li ser zemîna akademiya Rêber Apo, li dibistana azadiyê ya Rêber Apo, asteke mezin a ronîkirina zîhniyeta ku bi rastî derxistiye holê derketiye holê. Di encama vê ronakbîriya derûnî û ruhî de kesayetek nû û azad a Kurd çêbû. 
 
Haki Karer û Sakîne Cansiz
 
Di heman demê de li Kurdistanê û di nava civaka Kurd de weke welatparêziya Kurdayetiyê derket holê. Îro jî ev têkoşîn bi milîtaniya Kurdewarî û welatparêziya Kurdewarî didome. PKK jî partiya şehîdan e. Artêşa şehîdan ji bîst hezarî derbas dibe, di nava vê artêşa şehîdan de bi sedan şehîdên me yên welatparêz jî hene. Bi minasebeta vê salvegerê ez careke din di şexsê rêheval Hakî Karer û Sakîne Cansiz de hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Ez bi rêzdarî li ber bîranînên wan ditewînim. Em ê ji îro û pê ve li ser şopa şehîdên xwe, li ser rêya ku şehîdên xwe xêz kirine, ji her demê bêhtir bi biryardarî û bi îradeyek mezintir meşa xwe bidomînin."