
Rûniştina rojnameger Yelda Çîçek hat taloqkirin
- 11:01 20 Gulan 2025
- Hiqûq
AMED - Doza rojnameger Yelda Çîçek ji bo demek din hate paşxistin.
Yekem rûniştina doza rojnamevan Yelda Çîçek, ku di 21'ê Tebaxa 2019'an de dema ku xwepêşandanên li dijî tayînkirina qeyûman li şaredariyên Amed dişopand, hatibû binçavkirin û bi tohmeta "binpêkirina Qanûna Hejmar 20911 li ser Civîn û Xwepêşandanan" ji nû ve hatibû darizandin, li Dadgeha Cezayê Asayî ya 4'emîn a Amedê hat lidarxistin. Yelda Çîçek û parêzerê wê Burhan Arta di rûniştinê de amade bûn. Her wiha Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) ji bo piştgiriyê beşdarî rûniştinê bûn.
'Tundî li min hat kirin'
Yelda Çîçek diyar kir ku tiştek li gotinên xwe yên berê zêde nake û got, "Tundî li min hat kirin û hatim binçavkirin. Ev ne cara yekem e ku hîn jî tundî li ser rojnamevanên ku li qadê dixebitin tê bikar anîn. Ew tên binçavkirin û girtin. Ez beraeta xwe dixwazim."
Parêzer Burhan Arta diyar kir, "Ez beraeta muwekîla xwe dixwazim."
Dadgehê biryar da ku ji bo îfadegirtina kesên din demê bide. Heyeta dadgehê rûniştina din taloqî 27'ê Gulanê kir.