Ji bo tundiya li ser rojnameger biryara neşopandinê

  • 14:43 19 Gulan 2025
  • Hiqûq
 
WAN - Rojnameger Rûken Polat di bîranîna rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn de lêdan xwaribû û hat binçavkirin. Dozgeriyê, ji bo giliyê Rûken Polat ê der heqê polîsan de biryara neşopandinê da. Dozgeriyê îdia kir ku polîsan “ji ber tevgera tund û êrişkar” a Rûken Polat mudaxileya tund kirine. 
 
Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn di 19’ê Kanûna 2024’an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi SÎHA’yên dewleta Tirk hatin qetilkirin. Rojnamegeran xwestin têkildarî qetilkirina Cîhan Bîlgînê û Nazim Daştan de li Wanê daxuyaniyê bidin. Di dema daxuyaniyê de polîsan êrişî rojnamegeran kirin û nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Rûken Polat bi îşkenceyê binçav kirin. Rûken Polat jî der heqê polîsan de gilî kir û serlêdan bi biryara neşopandinê biencam bû. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Wanê tevî delîlên şênber ên têkildarî îşkenceyê jî biryara neşopandina dosyayê da. Di biryarê de dozgeriyê girtekên polîsan esas girt û îdia kir ku Rûken Polat “li ber xwe daye.” Dozgeriyê, ji bo şopên derbkirinê yên di dema binçavkirinê de li ser dest û stûyê Rûken Polatê çêbûn jî îdiaya “bi mudaxileya tibbî ya biçûk dikare bên tedawîkirin” kir. Di heman biryarê de, dozgeriyê ji bo Rûken Polat îdiaya “li dijî polîsan tund û êrişkar tevgeriyaye” kir û bi vê hincetê jî îdia kir ku “mudaxileya polîsan guncav e û bi qedeme ye.” Dozgeriyê, îdia kir ku “tu delîlên teqez û pêbawer ku polîsan sûcê tê gotin kiribe tune ne” û bi hinceta “li dijî polîsan tund û êrişkar tevgeriyaye” biryara neşopandinê da. 
 
Her wiha dozgeriyê di biryara xwe ya neşopandinê de îdia kir ku polîs beriya ku hişyar bikin dikarin tundiyê bikin. 
 
Di 20’ê Kanûna 2024’an de li Wanê bi pêşengtiya DFG û MKG’ê daxuyanî hate dayin û polîsan êrişî rojnamegeran kirin. Di êrişê de nûçegihana ajansa Mezopotamyayê Rûken Polat ji hêla herî kêm 10 polîsan ve hate derbkirin û binçavkirin. Parêzerê Rûken Polat, Yûsûf Çakas bi sedema “Birîndarkirina biqesdî” û “Sînorê rayeya bikaranîna zorê derbas kirine” giliyê polîsan kiribû.