
Nobeta xelkê Mexmûrê di roja 6'emîn de didome
- 12:52 20 Gulan 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Berxwedana xelkê Mexmûrê ya li dijî rêgirî, girtin û ambargoya hikûmeta Iraqê ya li ber nuqteya kontrolê ya hêzên Iraqê di roja 6'an de dewam dike.
Ji 10'ê Nîsanê ve hikûmeta Iraqê ambargo daniye ser wargehê, rê nade kelûpelên avahîsazî, binesazî û dîsa rê nade karker biçin Bexdayê ser karên xwe. Her wiha Iraq nasnameyên xelkê wargehê nû nake û rê nade nexweş jî biçin nexweşxaneyê.
Li gorî nûçeya Roj Newsê; xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li dijî ambargo, rêgirî û dorpêça li ser wergehê, her wiha girtina şandeya ser navê gel çûbûn hevdîtinê, 6 roj in ber derê nuqteya kontrola ya hêzên Iraqê di çalakiyê dene.
Rayedarên Iraqê ragihandibûn ku wê di 15'ê Gulanê de endamên şandeya çûbûn hevdîtinê berdin, lê rayedaran sozên xwe bici ne anîn. Di vê çarçoveyê de ji ber ku endamên şandeyê nehatin berdan, ambargo û rêgirî dewam dike, li ber nuqteya artêşa Iraqê kon hatiye vedan.
Çalakiya xelkê Mexmûrê îro jî di roja xwe ya 6'emîn de bi biryardariyek xurt dewam dike.