Meclîsa Zarokan avakirina xwe ragihand

  • 14:15 22 Gulan 2025
  • Rojane
AMED – Konseya Bajar a Diyarbakir,  li navçeya Sûrê ya Amedê ji bo ku zarok bi awayekî aktîf beşdarî jiyana bajêr bibin, Meclîsa Zarokan ava kir. Meclis armanç dike ku zarok di pêvajoyên biryargirtin û axaftinê de çalak bin.
 
Konseya Bajar Diyarbakir,  Meclîsa Zarokan a li ÇandAmedê ya li navçeya Sûrê ya Amedê hatiye avakirin, bi raya giştî re parve kir. Pêkhateyên Tora Mafên Zarokan a Amedê jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê ji aliyê Sekretera Giştî yê Meclîsa Şaredariya Amedê Selvî Tunç ve hat xwendin.
 
Selvî Tunç  bal kişand ser girîngiya biştevaniyê û wiha got: “Em endamên çapemeniyê, saziyên civaka sivîl û hemû raya giştî ya pêwendîdar vedixwînin ku piştgiriyê bidin vê pêvajoya watedar. Berpirsiyariya me hemûyan e ku em mafê zarokan ê li  bajarê xwe biparêzin û ji rewşa pasîf wan derbixin û wan bikin kirde. Ji bo ku zarok li bajêr bi wayekî adîlana bijîn dê xebatên me bidomin û em herkesî vedixwînin piştevaniyê."