Li Colemêrgê ji bo ziman daxuyanî
- 16:46 22 Gulan 2025
- Rojane
COLEMÊRG - DEM Partiyê li Colemêrgê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî daxuyanî da û got ku dê di her qadên jiyanê de têkoşîna xwe ya ji bo ziman û nasnameyê bidomînin.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya çalakiyên 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de li Colemêrgê û navçeya Wê Şezmînanê bi awayekî hemwext daxuyanî da. Gelek kes beşdarî daxuyaniya li navenda Colemêrgê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Statuya Kurdî perwerdehiya bi Kurdî” hate hilgirtin û dovîzên “Bê ziman jiyan nabe”, “Zimanek û jiyanek azad civakek azad e” û “Em tekoşîna ziman bilind dikin” hatin hilgirtin.
Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşma “Bê ziman jiyan nabe” hate berzkirin. Metna hevpar ji hêla Hevserokê DEM Partiyê yê Colemêrgê Kadîr Şahîn ve hate xwendin. Şahîn, diyar kir ku bi milyonan zarokên Kurd ên li Tirkiyeyê dijîn ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê mehrûm mane û got: “Lê ev maf mafekî gerdûnî û sereke ye. Ev maf, bi gelek peymanên navneteweyî hatiye misogerkirin. Lê ji ber ku dewleta Tirk bi peymanên navneteweyî yên îmze kiriye nake, ev helwesta rayedarên Tirk rê li ber pirsgirêkên civakî vedike û civakê bêhizûr dike. Heta ku mafên çandî, zimanî û nasnameyî yên Kurdan ku mafên herî rewa û sereke ne û heta hemû maf û azadiyên wan tên misogerkirin em ê têkoşîna xwe ya çand, ziman û nasnameyê bidomînin.”
Daxuyanî, bi gotina stranan û gerandina govendê bi dawî bû.
Li Şemzînanê jî li pêşiya avahiya DEM Partiyê daxuyanî hate dayin. Parlamenter Onur Duşunmez, endamên partiyê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl tev li bûn. Beşdarên mêr şel û şepik û jinan jî kiras û fîstan li xwe kiribûn. Di daxuyaniyê de dovîzên “Dem Dema Kurdî ye”, “Ziman rûmet e” û “Bi Kurdî biaxivin, bixwînin û binivîsin” hatin hilgirtin.
Hevserokê DEM Partiyê yê Şemzînanê Agît Tekîn daxuyanî xwend. Daxuyanî, bi dirûşma “Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû.