Danişîna rojnamegeran hat taloqkirin

  • 15:52 27 Gulan 2025
  • Hiqûq
 
STENBOL - Li Stenbolê rojnamegerên ku kuştina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn şermezar kiribûn tên darizandin. Danişîn carek din hat taloqkirin.
 
Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn 19'ê Kanûna 2024'an di êrişa SÎHA Tirkiyeyê de dema ji Bendava Tişrînê ji şopandina nûçeyê vedigeriyan hatibûn kuştin. Roja 21'ê Kanûna 2024'an komek rojnameger xwestin li Meydana Şîşhaneyê ya Stenbolê kuştina rojnamegeran protesto bikin. Polîsan êrişî rojnamegeran kiribû û 10 rojnameger û 4 siyasetmedar kiribûn binçavan. Derbarê 10 rojnameger û 4 welatiyan de doz hatibû vekirin. Danişîna duyemîn dozê li 24'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliyeya Çaglayana Stenbolê hat lidarxistin.
 
Parêzerên rojnamegeran di danişînê de amade bûn.
 
Rojnameger û siyasetmedar tev li danişînê nebûn. Danişîn sê deqîqe berdewam kir. Şandeya dadgehê biryar da ku qedexeya derketina derveyî welat a li ser rojnamegeran berdewam bike û danişînê taloqî 10'ê Tîrmehê kir.
 
Rojnameger Gulistan Dursun, Hayrî Tunç, Enes Sezgîn, Osman Akin, Can Papîla, Pinar Gayip, Serpîl Unal, welatî Îmam Şenol û Haci Ugîş bi îdiaya “propganda rêxistinê” û “muxalefeta li dijî qanûna meş, xwepêşandan û civînan” tên darizandin.
 
Rojnameger Zeynep Kuray, Yadîgar Aygun, Mahsûm Saglam û welatî Pelîn Laçîn û Yagmûr Filîz jî bi îdiaya “muxalefeta li dijî qanûna meş, xwepêşandan û civînan” tên darizandin. Şandeya dadgehê yên ku tenê bi îdiaya “muxalefeta li dijî qanûna meş, xwepêşandan û civînan” tên darizandin, bi biryara “bêwezîfetiyê” doza wan şandibû Dadgeha Asliyeyê.