Li Zaxo jinek hate qetilkirin

  • 15:00 18 Hezîran 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Polîsan a Îdareya Zaxo ragihand ku jinek ciwan hatiye kuştin û derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.
 
Rêveberiya Polîsan a Îdareya Zaxo ya bi ser bajarê Dihokê, bi daxuyaniyekê ragihand ku di saet 08:00’ê siharê de, li navenda Îdareya Zaxo jinek ciwan a bi navê N.A.E (26) bi çekê hatiye kuştin.
 
Li gorî daxuyaniyê li ser bedena jina ciwan şopa çend guleyan heye û cenazeyê wê rakirine tiba edlî ya Zaxoyê.
 
Rêveberiya Polîsan ragihand ku piştî polîs gihiştine cihê bûyerê lêkolîn hatiye destpêkirin.