Di meha Tebaxê de 28 jin û 4 zarok hatin kuştin

  • 09:45 6 Îlon 2025
  • Çeteleya Tundîyê
 
Yeşîm Oruç
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên ajansa me di meha Tebaxê de 28 jin û 5 zarok hatin qetilkirin. Mirina 25 jin û 7 zarokan jî bi guman e. 
 
Li Kurdistan û Tirkiyeyê kuştin, destdirêjî û tundî ya li hemberî jin û zarokan didome. Polîtîkayên bêzehiştinê û piştguhkirina giliyan, gotin û hewldanên zayendperestiyê yên îktîdarê rê li ber kuştina jinan vedike. Piranî jin ji hêla naskiriyên xwe ve tên qetilkirin. Ligel her cure tundî, kuştin, destdirêjiyê jin têkoşîna xwe ya jiyanê bernadin û dengê xwe bilind dikin. 
 
Li gorî daneyên ku ajansa me kom kirine di meha Têbaxê de 28 jin û 5 zarok hatin qetilkirin. Mirina 25 jin û 7 zarokan jî bi guman e. 
 
Kiryarên 4 jinan nayê zanîn. 2 jin ji hêla kurê xwe ve, 4 jin di asta destberdanê de, 12 jin ji hêla mêrê bi wan re zewicandî ve, 3 jin aliyê mêrê pê re dijiya, jinek ji aliyê karmend ve, jinek ji hêla mêrê dest ji hev berdane, jinek ji hêla naskiriyê xwe ve û jinek jî ji hêla xizmên xwe ve hat qetilkirin. 
 
Li Edenê 2, li Antalyayê jinek, li Trabzone 2, li Denîzliyê jinek, li Karabukê jinek, li Edirneyê jinek, li Enqereyê jinek, li Ispartayê jinek, li Balikesirê jinek, li Mêrdînê jinek, li Kayseriyê jinek, li Mêrsînê 2 jin, li Muglayê 2 jin, li Rihayê jinek, li Stenbolê 2 jin, li Amedê 2 jin, li Aydinê jinek, li Agiriyê jinek, li Konyayê jinek, li Kocaeliyê jinek, li Dîlokê jinek û Bûrsayê jî jinek hat qetilkirin.