
Çalakiya Nobetê ya li Mexmûrê bi koma 152’yan didome
- 11:26 6 Îlon 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya Nobetê ya ku li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, bi koma 152’yemîn bi biryardarî didome.
Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’yan de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, bi dewirgirtina koma 152’yemîn bi biryardarî didome
Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 151’emîn Zîlan Ozek daxuyaniyek nivîskî xwend.
Zîlan Ozek di destpêka daxuyaniyê de balkişand li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan û wiha ragihand: “Wek tê zanîn ev 26 sal in Rêber Apo dibin şert û mercên zehmet de bi îradeyeke xurt têkoşîn dike û berxwe dide. Em jî wek şêniyên wargeha Şehîd Rustem Cûdî ji sala 2023’yan ve ji bo azadiya Rêber Apo çalakiya nobetê de ne. Rêber Apo û gerîla çareseriya pirskirêka Kurd û Rojhilata Navînin. Ji bo pêvajo bi awayek tendûrûst bimeşe pêwîstî bi başkirina şert û mercên Rêber Apo hene. Heman demê pêwîstî bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo heye.”
Zîlan Ozek ji bo biryardariya çalakiya nobetê jî wiha got: “Heta ku Rêberê me bi awayekî fîzîkî azad nebe dê çalakiyên me bi hemû şêweyên xwe bidomin. Em hêvîdarin ku ev yek di demek herî nêz de pêk bê. Bi hêviya rojên azad, welatek azad û Rêbertiyeke azad.”
Merasîm bi dewirgirtina koma 152’yemîn û dirûşmeyan dawî bû.