Malbata ji bo hevdîtinê diçû girtîgehê qeza kir

  • 15:19 15 Îlon 2025
  • Rojane
 
DÊRSIM - Malbata Dîlan Barîn, a li Erzinganê girtîye, dema ji bo hevdîtina Dîlan Barîn derdikevin ser rê qeza dikin. 
 
Malbata Dîlan Barîn, a li Girtîgeha Jinan a Erzinganê girtîye, dema ji bo hevdîtina Dîlan Barîn derdikevin ser rê, li ser rêya Dêrsim-Erzînganê qeza dikin. 
 
6 kes bi qezayê birîndar bûn. Kesên rakirin nexweşxaneya Dêrsimê hat hînbûn talûkeya wan a jiyanî tune ye.