
ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2025'AN
- 09:00 20 Îlon 2025
- Rojev
*Hevseoka Egîtîm Sen a Wanê Funda Demîr Bozkurt da zanîn ku perwerdehiya bi zimanê dayikê ne mijara ewlehiyê, mafekî mirovan yê esas e û got: “Di ziman de wekhevî, yek ji lingê herî girîng ê civaka demokratîk û aştiyane ye. Wek di perwerdehiyê de divê di qadên tenduristîyê û qadên din yên cemawerî de bi zimanê dayikê xizmet bên dayîn.” DÎMEN HEYE
*Di rojên borî de di xutbeya înê de têgehên ‘mafê mirov’, ‘parvekirina mîrateyê’ hatibû axafitin. Endama MYK'a Komeleya Piştevaniya Mor Zelîha Korkmaz der barê mijarê de axivî û da zanîn ku polîtîkayên desthilatdariya mêr bi kar tîne li hemû saziyan aktîf e û got îfadeyên di xutbeyê de êrîşeke jinan hedef digire ye. DÎMEN HEYE
* Endama OHD’ê Berîvan Ozpolat der barê biryara KWKE''yê ya ku der barê dosya ‘Koma Gurban’ ya ‘Mafê hêviyê’ dihewand axivî û got: “Ji bo azadiya Birêz Ocalan bi biryara KWKE’yê qeyûm hatiye tayînkirin. Divê KWKE bikeve nava pratîkên li gorî polîtîkayên damezerandina xwe.” DÎMEN HEYE
*Xeta Alo Tundî ya di 2009’an de bi tayînkirina qeyûm a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat girtin, ji nûve ket xizmetê. Hevşaredar Serra Bucak balkişand ser girîngiya Xetal Alo Tundiyê û got: “Ji ber em hest û biryarbûna ‘em ligel we ne’ nîşanî jinan didin pir kêfxweşin.” DÎMEN HEYE