Ayşe Şan li Amedê hat bibîranîn

  • 21:45 18 Kanûn 2025
  • Rojane
AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di 29’emîn salvegera wefata Ayşe Şanê de bi bernameyên cûr bi cûr bi bîr anî. Di panelê hat gotin ku Ayşe Şan 900 stran derxistiye lê îro tenê 150 stran aşkere ne.
 
Ayşe Şan di 18’ê Kanûna 1996’an de jiyana xwe ji dest dabû. Li ser wefata Ayşe Şan de 29 sal derbas bû. Şaredariya Bajarê Mezin, Komeleya Çand Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED), MA Music û Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê 29emîn salvegera wefata Ayşe Şan li Salona Çandê ya Elî Emîrî bernameya bîranîne li dar xistin. Malbata Ayşe Şan û gelek kes tevli bernameya bîranîne bûn.
 
Di bernameyê de ewilî panela bi navê “Jiyana muzîkê ya Ayşe Şan” hat lidarxistin.
 
‘Ayşe Şan yek ji pêşengê Muzîkjenê Kurdan bû’
 
Lêkolînera muzîkê Zeynep Yaş jî li ser mijara “Jiyana Ayşe Şan û cihê wê di muzîka Kurdî de” axivî. Zeynep Yaş di serî de behsa dîroka muzîka Kurdî kir. Zeynep Yaş destnîşan kir ew bi salan e ku li ser muzîka Kurdî dixebitê û got: “Heta di salên 1950an de ji ber derfet tune bû muzîkjenên Kurd nekarîn dengê xwe qeyt bikin. Piştî di salên 1950an de hêdî hêdî deng hatin qeytkirin. Ayşe Şan jî yek ji wan bû ku dengê xwe qeyt kiribû. Lê ji bo zext hebûn nekarîbû bi navê xwe qeyt bikê. Ji bona wê di dîroka muzîka Kurdî gelek dereng dest pê kir. Berî Ayşe Şan tu dengê muzîkjenê Kurd nehatiye qeytkirin. Ayşe Şan yek ji pêşengê Muzîkjenê Kurdan bû. Lê em dizanin ku ji bo desthilatdar nehiştiye gelek kilam û stranên Kurdan nehatiye qeytkirin. Ayşe Şan di sala 1966an de kesa yekemîn bû ku stranên Kurdî stîrî. Îro bi sedan jinên Kurd stranên Ayşe Şan dibêjin.”
 
‘Stranên Ayşe Şan ji me re bûye nîşan’
 
Paşê derhêner Berfîn Zenderlîoglu li ser mijara “Jineke Muzîkjen û Hunermen: Ayşe Şan” axivî. Berfîn Zenderlîoglu diyar kir ku jiyana Ayşe Şan bala wê kişandiye û wiha axivî: “Dema em astengî dibînin Ayşe Şan tê hişê min. Gelek astengî û êş kişandiye lê herdem li ber xwe daye. Ayşe Şan ji xwe re negotiye feminîst lê tevahî jiyana Ayşe Şan li ser wê reye derbas bûye. Stranên Ayşe Şan ji me re bûye nîşan.”
 
Piştî panelê jî konserek hate lidarxistin. Di konserê de 15 hunermendên MA Music û Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê, KASED û Konservatuara Aram Tîgran derketin ser dikê, stranên Ayşe Şan gotin û bername bi dawî bû.