Li Zonguldaki tundiya mêr: Du jin hatin qetilkirin

  • 18:01 24 Kanûn 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Zonguldaki Tulay U û dayika wê Zahîde A ji aliyê mêrê ku pê re di asta dest berdanê de bû ve hatin qetilkirin.
 
Li gundê Şîrînkoy a navçeya Kîlîmlî ya Zonguldakê Tulay U (45) û dayika wê Zahîde A (64) ji aliyê Y.U (46) ku Tulay U pê re di asta destberdanê ve bi çekê hat qetilkirin. Ekîbên hatin cihê bûyerê diyar kirin ku her du jinan jiyana xwe ji dest dane.
 
Cenaze ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Ataturk a Zonguldakê û gumanbar jî hat girtin.