Gumanbar Şiyar Alparslan ji nû ve hat girtin
- 19:03 27 Kanûn 2025
- Rojane
ÎZMÎR- Gumanbar Şiyar Alparslan ku Fatma Can tehdîd kir û hewl da zaroka wê qetil bike, hatibû tahliyekirin. Li ser îtîraza parêzeran gumanbar ji nûve hat girtin.
Li navçeya Karabaglar a Îzmîrê gumanbar Şiyar Alparslan, Fatma Can ya ku pê re asta destberdanê de bû tehdî dkir û hewl da zaroka wê qetil bike. Doza ku gumanbar jê dihat darizandin di 16’ê Kanûnê de li 18’emîn Dadgeha Ceza Giran a Bayrakli hat dîtin. Gumanbar hatibû tahliyekirin. Parêzerên Fatma Can îtîrazê biryarê kirin. Piştî îtîrazan heyeta dadgehê biryara girtina wî dîsa da û gumanbar ji nûve hat girtin.







