Derket holê ku Dîlan Geyîk hatiye qetilkirin

  • 19:39 27 Kanûn 2025
  • Rojane
ÎZMÎR - Dîlan Geyîk ya bi guman jiyana xwe ji dest da, derket holê ku ji aliyê Mustafa Bîngol ve hatiye qetilkirin.
 
Li taxa Altindag a Bornova ya Îzmîrê Dîlan Geyîk li mala xwe biguman jiyana xwe ji dest dabû. Hatibû îdiakirin Dîlan Geyîk întîxar kiriye û derket holê ku ji aliyê Mustafa Bîngol yê pê re dijiya ve hatiye qetilkirin. Gumanbar piştî îtîraf kir hat girtin û hat destnîşan kirin ku gumanbar li girtîgeha Şakranê  întîxar kiriye.