Huseyin Aykol hate veşartin
- 16:35 2 Çile 2026
- Rojane
ENQERE - Rojnamevan Huseyîn Aykol piştî mreasîma li Dika Yilmaz Guney a Çankayayê, li Goristana Karşiyaka ya Enqereyê hate veşartin. Li ser wasiyeta Huseyin Aykol bi axa ji Kobanê hate anîn, hate veşartin.
Cenazeyê kedkarê Çapemeniya Azad Huseyin Aykol piştî merasîma bîranînê anîn Mizgefta Goristana Karşiyakayê. Li dû nimêja li ser cenaze darbesta Aykol li ser milên hempîşe, malbat û hezkiriyên wî birin goristanê.
Hate ragihandin ku Huseyîn Aykol wasiyet kiribû ku bi axa ji bajarê Kobanê bê veşartin, ku Kobanê bû sembola berxwedana li dijî DAÎŞ'ê.
Axa ku di çarçoveya vê wasiyetê de ji Kobanê hatibû anîn, li ber ala sor û qurnefîlan li ser gora Huseyîn Aykol hate reşandin.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan, aktîvîsta TJA'yê Sebahat Tûncel, heval û dostên Aykol qurnefîl danîn ser gora wî.
Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Selman Çîçek li ser gora Huseyin Aykol axivî û Aykol weke "Şehîdê Çapemeniya Azad" pênase kir. Çîçek got, "Weke Apê Mûsa, weke Gûrbetellî Ersoz şehîdê Çapemeniya Azad e. Mamoste Huseyîn namire."
Piştî axaftinê dirûşma "Şehîd namirin" hate qîrîn û pankarta bi nivîsa "Çinara şoreşger a çapemeniya azad" hate hildan.
Serdanên sersaxiyê yên ji bo Huseyin Aykol wê ji îro û pê ve li Şaxê Enqereyê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji aliyê malbat û hevalên wî ve bêne qebûlkirin.







