‘Mirov ne carekê, hezar caran dibin heyranê vê jêhatîbûnê’
- 09:04 4 Nîsan 2026
- Rojane
ENQERE - Leyla Guven di çarçoveya 77’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd de di nirxandina kir de balkişand ser aliyê dîrokî ya bandora wî ya li ser azadiya jinê, civaka demokratîk û got: “Mirov ne carekê, hezar caran dibin heyranê vê jêhatîbûnê.”
Leyla Guven ku li girtîgeha Jinan a Sîncanê girtiye bi wesîleya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ajansa me re nirxandin kir.
Leyla Guven balkişand ser rojbûna Abdullah Ocalan û got: “Di 77’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd de, azadiya fîzîkî girîng e. Bi gelê xwe yê ku bi bedelên giran di 4’ê Nîsanê de dimeşiyan Amarayê re hatina gel hev girîng e, sohbetên wî yên bi gel re wê dilê gel rehet bikira. Min jî dixwest bi Rêbertî re li ser heman sifreyê rûnim, bi wî re xwarinê bixwim û dema Serokatî diçû dibistana xwe ya gundê Cibin ziyaret dikir, ez li gel wî bûma.”
‘Min xwest ku tabloya Şahmeran diyarî Serok bikim’
Leyla Guven da zanîn wê dixwest tabloya Şahmaran a bi destan hatiye çêkirin diyarî Abdullah Ocalan bike û her wiha got dixwest ku li gundê xwe Xelîkanê bike mêvan û çîroka wan a 500 salî jê re vebêje.
‘Dixwazim bi serokatiyê re li ser mijara jinê sohbetê bikim’
Leyla Guven wiha pê de çû: “Ez 35 salan di hewldana ku serokatiyê fêm bikim, wateyê bidim gotinên wî û bi esasa rast rêhevaltiyê bikim, de bû. Hîna jî nikarim îdia bikim ku ez bi ser ketime. Rojekê derfet çêbibe ger ku pê re sohbetê bikim, ez dixwazim pê re di mijara jinê de biaxivim.”
Leyla Guven daxuyakirin ku ew xwe ji bo pênasekirina Abdullah Ocalan têr nabîne û wiha domand: “Hestên min ên ji bo wî wisa ne; Bi ya min, Rêber ji hêla fîzîkî ve mêr e lê ji hêla ruhî ve xwedî hesasiyeta nazik a jinê ye. Wî ev rewş wek ‘kuştina mêr’ pênase kiribû. Rêberî di alî kapaîsteyê de xwedî bîreke mezin e. Bêguman li cîhanê gelek feylezof û zanist derketine holê, lê tu yekî jî ji bo her hêmayeke xwezayî fikr beyan nekiriye. Di serî de jî jin û xweza tê.”
Leyla Guven nirxandina xwe wiha berdewam kir: “Dayik ji welidînê ve zarokên xwe ji nêz ve dişopînin. Zarokên xwe ji her kesî baştir nas dikin. Li gorî min Dayika Uveyş jîrbûna Rêbertî pir zû ferq kiriye û di vir de hem serbilind, hem jî fikarên wê hebûn. Fikar jî ji ber şert û mercên ji bo perwerdehiya pêwist nayên afirandin, dertên holê. Jîrbûn û hewldanên Rêbertiyê her roj ji aliyê gundiyan ve ji bo dayika Uveyş dihat raporkirin. Şîret li kurê xwe dikir. Her gotina dihat gotin ji bo dem û cih watedar bû. Ji derve lê hêrs biba jî pê serbilind bû. Ez bi rêzdarî bibîr tînim..”
‘Îdeolojiya Rizgariya Jinê li cîhanê yekem e’
Leyla Guven destnîşan kir ku dema pirtûkên Rêberê Gelê Kurd dixwînin fêm dikin ku ji jinên ewil ên di jiyana wî de (dayik, xwişk, hevjîn, hevalên biçûkatiyê yên keç) derdikeve rê û xwe digihîne heqîqeta jinê ya 30 hezar salî û anî ziman ku Îdeolojiya Rizgariya Jinê li cîhanê yekem e. Leyla Guven ev tişt anî ziman: “Kesekî din ê ku di rastiya civakê de rola jinê evqas baş derxistiye holê tuneye. Texrîbata li ser jinê, bi wêrekî ji ser kulmeke ku di zarokatiyê de li xwişka xwe daye îfade dike. Diyar dike ku belkî jî ev kulm seranserê jiyanê ji aliyê xwişka wî ve nayê efûkirin. Tevî gotinên hevalên wî yên têkoşînê ‘bi jinan re nabe, ew nikarin vî karî bikin’ jî ew bi jinan bawer bû. Li cîhanê cara yekemîn lîderek ji bo jinan manîfestoyê dinivîse. Jin jî hêjayî vê têkoşîna destanî bûn xwedî pratîk bûn. Sakîne, Zîlan, Sema, Bêrîtan û gelek jinên din ên Kurd bi çalakiyên fedayî ev sekn nîşan dane.”
Leyla Guven diyar kir ku her kesê ku Rêberê Gelê Kurd xwendiye gihiştiye encama ku ew kesekî bi heybet e, xwedî gotin û nêrînên mezin e û jirêzbûnê qebûl nakin. Leyla Guven wiha berdewam kir: “Mirov ne carekê, hezar caran dibin heyranê vê jêhatîbûnê. Heyranbûna li vê îradeyê, rêzdarî berpirsyariya her kesekî Kurd e. Hêviya me heye em ê rojekê Rêber bibînin. Hêviya me tuneba wê têkoşîn jî tuneba. Vê hêviyê têkoşîna me zindî hişt. Ger rojekê Rêbertî azad bibe dixwazim bi wî re hesreta xwe derbas bikim, sohbetê bikim û çîrokên xwe yên dema 4’ê Nîsanê diçûm Amarayê û hatine jiyîn vebêjim.”








