ÎKP: Em dest ji pirskirina aqûbeta Gulistan Doku bernadin

  • 22:20 17 Nîsan 2026
  • Rojane
ÎZMÎR -  ÎKP’ê derbarê Gulistan Doku ya ku ji 5’ê çileya 2020’an ve li Dêrsimê hatibû windakirin daxuyaniyek da û got: “Edaleta rastîn ne tenê bi çend girtinan, lê bi eşkere kirin û darizandina hemû berpirsiyaran pêkan e.”
 
Platforma Jinan a Îzmirê (ÎKP), têkildarî dosyaya Gulistan Doku ya ku di 5’ê çileya 2020’an de li Dêrsimê hatibû windakirin, li ber avahiya Avahiya Navenda Pivan, Bijartin û Bicîhkirinê (OSYM) ya li Alsancakê ya Îzmîrê daxuyaniyeke çapemeniyê pêk anî. Jinên ku li wir kom bûn, bi pankarta “Ji bo Gulistan Doku lêpirsîna çalak, edaleta rastîn” ber bi Navenda Çandê ya Turkan Saylan ve meşiyan.
 
Di dema meşê de jinan dirûşmên “Jin jiyan azadî”, “Gulistan Doku li ku derê ye?”, “Jinên hatine qetilkirin sedema serhildana me ne” û “Kujeran neparêze, darizîne” berz kirin. Li ser navê platformê, metna daxuyaniyê ji aliyê Fatma Nur Guçlu ve hat xwendin.
 
‘Edaleta rastîn bi darizandina hemû berpirsiyaran pêkan e’
 
Fatma Nur Guclu bi bîr xist ku ji 5’ê çileya 2020’an ve tu agahî ji Gulistan Doku nayê girtin û tevî ku 6 sal di ser re derbas bûne jî, lêpirsîneke çalak, serbixwe û şefaf nehatiye meşandin, berevajî lêpirsînê, dosya bi zanebûn hatiye dirêjkirin, delîl hatine reşkirin û berpirsiyar hatine parastin û got: “Îro îfadeyên îtîrafkar û şahidên nû nîşan didin ku di vê dosyayê de ne tenê windabûnek, lê hewildaneke organîze ya ji bo veşartina rastiyê heye. Gumanên ku bi salan in tên gotin, êdî bi îfadeyên şahidan xurttir bûne. Bi taybetî îdiayên derbarê kurê Waliyê Tunceliyê yê wê demê de nîşan didin ku polîtîkaya bêcezahiştinê çawa tê meşandin.”
 
Fatma Nur Guçlu diyar kir ku pirsîna “Gulistan Doku li ku ye?” tenê pirs kirina windabûnekê nîne; ev pirsîna mafê jiyanê yê jinan û teşhîrkirina pergala ku kujeran diparêze ye. Girtina 13 kesên di sala 2026an de encama têkoşîna jinan e, lê ev gav dereng maye û têrê nake.
 
‘Divê aqûbeta Gulistan Doku demildest were aşkerekirin’
 
Fatma Nur Guçlu da zanîn ku pirsgirêk ne tenê îhmalek e, pergaleke ku bi bêcezahiştinê xwe xwedî dike û daxwazên jinan wiha yek bi yek rêz kir:
 
“*Divê delîlên nû bi awayekî serbixwe û bêalî werin lêkolîn kirin.
 
*Hemû kesên tiliya wan di vê bûyerê de heye meqam û statuya wan çi dibe bila bibe divê li pêşberî edaletê hesab bidin.
 
*Divê aqûbeta Gulistan Doku demildest were eşkere kirin û cenazeyê wê radestî malbata wê bibe.
 
*Pêvajoya lêpirsînê divê bi şefafî bimeşe û raya giştî bi rêkûpêk were agahdarkirin.
 
*Derbarê wezîfedarên cemaweriyê yên ku di dosyayê de îhmal an qesta wan heye de, divê lêpirsîna çalak were destpêkirin.
 
‘Em ê dev ji daxwaza edaletê bernedin’
 
Fatma Nur Guçlu di dawiya daxuyaniyê de diyar kir ku heta aqûbeta Gulistanê ronî bibe û edalet pêk were, ew ê dev ji şopandina vê dozê bernedin û got: “Ev ne tenê doza Gulistanê ye; ev têkoşîna mafê jiyanê ya jinan û têkoşîna heqîqetê ye.”
 
Daxuyaniya çapemeniyê bi dirûşmeyên jinan bi dawî bû.