Gumanbar Mustafa Turkay Sonel anîn edliyê
- 22:27 17 Nîsan 2026
- Rojane
DÊRSIM – Gumanbar Mustafa Turkay Sonel ku di çarçoveya lêpirsîna Gulîstan Doku de hat binçavkirin de îfadeya wî ya li cendirmeyê hat temamkirin. Mustafa Turkay Sonel û Şukru Eroglu anîn edliyê.
Di lêpirsîna windakirina xwendekara Zanîngeha Munzûrê Gulîstan Doku de kurê Waliyê Dêrsimê yê berê Tuncay Sonel, Mustafa Turkay Sonel û parêzvanê wî Şukru Eroglu anîn edliyê.
Di bin ewlehiyê de gumanbarên ku anîn edliyê, tê payîn ku li dozgeriyê îfadeyên wan bên girtin.
Di çarçoveya lêpirsînê de ji 13 kesên hatin binçavkirin 2 ji wan hatin girtin û 2 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Vê serê sibehê jî 7 kes sewqê edliyê hatin kirin û îfadeyên wan ên li dozgeriyê berdewam dike. Her wiha derbarê bavê gumanbar Mustafa Turkay Sonel, Tuncay Sonel jî biryara binçavkirinê hatibû dayîn û li Xarpetê hat binçavkirin.
Dema ku her du gumanbar anîn edliyê, bi qîrînên "Qatîl, cihê ku hûn razên tuneye, "Bavê we yê qatil nikare we biparêze" û "Qatîl Tuncay" hatin gotin. Her du gumanbar ji pişta dadgehê birin hundir.







