Derbarê Tuncay Sonel de îdîayek nû: Dibe ku delîlên me jî tune kiribin

  • 09:05 24 Nîsan 2026
  • Rojane
 
Rojda Aydin - Şehrîban Aslan
 
AMED - Di lêpirsîna Gulîstan Doku de Waliyê Dêrsimê yê wê demê Tuncay Sonel ku delîlan tune kir, hat îdîakirin ku li navçeya Ofê ya Trabzonê jî heman tişt heye. Malbatê anî ziman ku Yusuf Kazdal 9 salî bûye winda bûye û gotin: “Tuncay Sonel wê demê qeymaqemê vir bû. Ji ber ku kesekî ku sûcê kurê xwe ser girtiye, dikare ser sûcê kesên nêzîkî xwe jî bigire.”
 
Zarokê bi navê Yusuf Kazdalê (9) ku di 30’ê Adara 2009’an de li navçeya Of a Trabzonê winda bû di ser de 17 sal derbas bû. Ji wê rojê ve tu agahî jê tune ye, lê hêviya malbata wî didome. Xebat û lêkolînên ji bo ronîkirina bûyerê hatin destpêkirin, lê belê tu encam bi dest nehat xistin.
 
Di 5’ê Çileya 2020’an de ku xwendekara Zanîngeha Munzurê ya Dêrsimê Gulîstan Doku winda bû, waliyê wê demê gumanbar Tuncay Sonel, hat zanîn ku tevlî lêgerîna Yusuf Kazdal jî bûye. Her çiqas di dosyeya Gulîstan Doku de geşedanên nû derkevin holê jî, malbata Yusuf Kazdal li ser îhtîmala ku lêpirsîna wan ji aliyê Tuncay Sonel ve bi heman rengî hatibe girtin, disekine.
 
Her çend di lêpirsîna ku di sala 2009’an de hatiye destpêkirin de gelek îhmal û kêmasî hatine kirin jî xwişka Yusuf Kazdal, Emîne Kazdal rewşa ku wê serdemê hatiye jiyîn ji ajansa me re vegot.
 
30’ê Adarê de ji malê derdikeve
 
Emîne Kazdal destnîşane kir ku ew dema nûçeyên derbarê Gulîstan Doku de bihîstine gelek xemgîn bûne û got: “Em pir xemgîn in, lê di heman demê de em hêvî dikin ku dibe ku ji bo me tiştek derkeve ku hinek hêvî hebe. Em dîsa hêvî dikin ku tiştek baş jê derkeve. Em ew mirovên ku ewqas ji bo şahiyê bêhêvî ne, neçar in ku ji ber nûçeyê kêfxweş bibin, çi qas bi êş be jî. Birayê min Yusuf 9 salî bû û diçô pola 3’yemîn. Di 30’ê Adara 2009’an de, diya min ez ji malê derxistim da ku çopê derxim. Di 30’ê Adara 2009’an de dayika min ji bo ku çopê bavêje dişîne derve. Ji xwe konteynira çopê gelek nêzîkê mala me ye. Dayika min di wê navberê de taştê amade dike. Dibêje çopê bavêje û were taştê bixwe. Lê belê çû û carekedin paşve nehat.”
 
‘Zarok li kolanê dilêystin’
 
Emîne Kazdal diyar kir ku mala ku lê jiyan dikin li navendê bûye lê hinekî gundewar bûye û got wê rojê hemû zarok li kolanê dilîstin. Emîne Kazdal wiha domand: “Piştî ku birayê min winda bû jî hemû zarokên din hîn jî li kolanan dilîstin. Piştre dayika min saet dora 12.00’an bang li Yusuf dike. Ji ber ku ew li binya xanî dilîst, gava dayika min bang wî dike û ew bersivê nade, dayika min dîsa bang wî dike. Bavê min ji bo xwarina nîvro tê malê û ew jî bang dike. Lê belê dîsa deng tuneye. Malbata min Yusuf dikere û wî nabînin û piştre dikevin fikaran. Pêvajoya lêgerîna windabûnê wiha destpê dike; ber bi êvarê ve pêşî mirovên li taxê digerin û dû re jî polîs tên agahdarkirin. Ji ber ku serde 24 saet derbas nebûye ew disekinin, lê belê di wê navberê de hîn jî lêgerîna malbata min didome.”
 
‘Îfadeyan de nakokî hene’
 
Emîne Kazdal destnîşan kir ku piştî windabûna Yusuf Kazdal wan bi zarokan re axivîne û wiha dirêjî da axaftina xwe, “Piştî 24 saetan îfadeyên zarokan hatin girtin. Lê belê ji ber malbatên wan destûr nedan, zêde pirs ji wan nehat kirin. Mînak hevalekî Yusuf dibêje ew ber bi sûkê ve çûye. Li hemberî qereqola polîsan qutiya boyaxê ya pismamê hevalê wî heye. Wan got ku Yûsif bi qutiya boyaxê ve mijûl bû, dû re Yusuf gotiye ku ew ê biçe malê û careke din venegeriya malê. Sebzefiroşek heye. Qemeraya wir hebû. Roja berê, Yusuf 9 caran li ber kamerayê derbas bûye, lê gelek balkêşe ku roja ku Yusuf winda bûye di kamerayan de xuya nake. Gotin kamera xirabin, tiştek xwe bigihînin tuneye. Di destê me de ti dîmenên kamerayê tune ne. Îfadeyên ku dane de jî nakokî hene. Tiştên ku şûna xwe rûnanên hene.”
 
‘Yusuf cendirme xaniyê xwe firot û çû’
 
Emîne Kazdal bal kişand ser hûrgiliyek girîng û diyar kir ku li qata jêrîn a wan cendermeyek dijiya, bi vî awayî hêmana gumanê rave kir. Emîne Kazdal wiha behs kir, “Gumanên min li ser Tuncay Sonel ji wê rastiyê ne ku cenderme bar dikin nav apartmana jêrîn a me. Ew cendirme qet bi Yusuf re li hev nedikir. Ew her tim bi Yûsif re nîqaş dikir. Yusuf ji min re dibêje ku ez bisiklêta xwe li ku derê datînim, dibêje nehêle. Yusuf, ji rewşê pir aciz dibe û ji dayik û bavê min re dibêje ‘Hişyar bikin ku destê xwe nede min.’ Ji bilî vê, wî cendermeyê ew xanî nû kirîbû. Piştî ku Yusuf windabû şûnde ew jî xaniyê xwe difroşe û diçe. Rojek be jî nehat ji malbata min re negot derbasî be. Ji ber vê rewşê di hişê me de pirs çêdibin. Ji ber ku ew cenderme ye, wisa dixuye ku ew nêzîkî qeymeqam e. Vê carê, fikra tunekirina delîlan tê bîra mirov. Ji ber ku kesekî ku sûcê kurê xwe ser girtiye, dikare ser sûcê kesên nêzîkî xwe jî bigire.”
 
17 sal derbas bû, lê delîl tunene!
 
Emîne Kazdal, di dawiyê de wiha axivî: “Ew piştre çû bû waliyê Dêrsimê. Me dît ku ji bo kurê xwe çi kiriye. Li ser hemû tiştan girtiye. Kesê ku ji bo kurê xwe kiriye, ji bo nasê xwe jî dikare bike. Zihniyet naguhere. Dibe ku delîlên bûyera windabûna Yusuf jî tune kiribe. Ez dixwazim ku dozger bila bên hemberê hevdû û hevdîtinê bikin. Nizanim ku ew dosye bikin yek an na. Em nizanin ku rêyek çawa bidin pêşiya xwe. Ez bi tenê alîkarî dixwazim. 17 sal di ser de derbas bû û her carê dibêjin ‘delîl tunene.’  Em di nava dosyayê de asê mane. Ez alîkarî dixwazim. Bi çi awayî dibe bila bibe. Ez ji hemû tiştî re amade me. Di her şert û mercê de amade me ku alîkarî bikim.”