Ji bo 7’emîn Pêşbirka Wêne, Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat serlêdanan destpê kir

  • 09:25 27 Nîsan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Serlêdanên îsal a ji bo 7’emîn Pêşbira Wênekêşî, Çîrok û Helbestan a Şehîd Deniz Firat ku li Mexmûrê ji aliyê Yekîtiya Xwendevanên Azad a Mexmûrê (YXA) ve tê lidarxistin, destpê kir.
 
Serlêdanên îsal a ji bo 7’emîn Pêşbira Wênekêşî, Çîrok û Helbestan a Şehîd Deniz Firat ku li Mexmûrê ji aliyê Yekîtiya Xwendevanên Azad a Mexmûrê (YXA) ve tê lidarxistin, destpê kir. Komîteya Amadekar li ser serlêdan û 7’emîn Pêşbirka Wênekêşî, Çîrok û Helbestan a Şehîd Deniz Firat daxuyaniyek da.
 
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: “7’emîn Pêşbirka Wênekêşan, Çîrok û Helbestan a Şehîd Deniz Firat ji aliyê Yekîtiya Xwendevanên Azad (YXA) ve tê lidarxistin. Pêşbirka îsal diyarî şehîdên tekoşîna azadiya Kûrdistanê Şehîd Rohat Rover, Şehîd Zîyad Helep û Şehîd Denîz Çiya dikîn.
 
Pêşbirk di 25’ê Nîsana 2026’an de destpê dike.
 
Kesên bixwazin beşdarî Pêşbirkê bibin divê heta dawiya Hezîrana 2026’an berhemên xwe bişînin navnîşanên hatine diyarkirin.
 
Merasîma 7’emîn Xelatên Wêjeyê yên Şehîd Denîz Firat wê di 08’ê Tebaxa 2026’an de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) pêk were.
 
Zimanên Tevlîbunê;
 
Berhemên ku were pêşkêşkirin; Zimanên Kurdî (Bi zaravayên kurmancî, zazakî û soranî) Erebî, Farsî û Tirki ye.
 
Mercên Pêşbirkê:
 
Divê berhem li tu cihî nehatibe weşandin.
 
Divê berhemên ku hûn bişînin bi aqilê çêkirî nehatibe çêkirin.
 
Beşdarvan dikarin di beşa helbestan de herî zêde bi 2 helbestan, di beşa çîrokan de 2 çîrok û di beşa wênekêşan de 2 berheman beşdar bibin.
 
Beşdarvan divê berhemên xwe tevî kurte jiyana xwe herî dereng heta dawiya Hezîrana 2026’an bi rêya navnîşanên ku hatine diyarkirin bigihînin destê me.
 
Navnîşan:
 
Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmur) / Meclîsa Ciwanên Demokratîk a Mexmûrê.”