KJK'ê peyam ji kongreya TAJÊ re şand
- 14:31 18 Gulan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - KJK di peyama xwe ya ji bo kongreya TAJÊ şandî de baldikşîne ser armanca êrişên li ser civaka Êzidî, girîngiya hebûna TAJÊ, dîsa girîngiya avakirina komînan û li derdora van komînan avakirina hêza parastina cewherî ya Şengalê.
Di pêvajoyeke ku li Rojhilata Navîn şerekî dijwar tê meşandin û herêm careke din tê dîzaynkirin de Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) 3’yemîn kongreya xwe ya asayî li dar dixe. Di kongreyê de ji aliyê gelek kesayet, sazî û rêxistinan ve jî peyamên girîng tên dayîn. Yek ji wan peyama girîng ku di kongreyê de hat xwendin jî peyama Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) ye.
KJK di peyama xwe de armanca êrişên li dijî Şengalê û Êzidiyan ne tenê weke qirkirineke fizikî, di rastiya xwe de ji bo tinekirina çanda civaka dayiksalar û çanda jiyana komînal dinirxîne û li hember van êrişan mezinkirina hêza xweparastinê ya jinan weke çareserî datîne û dibêje: “Komînên ku li ser esasê pêdiviyên xwe, jin li hev kom bibin û komînên xwe ava bikin de, wê bi xwerêvebirina cewherî û zanebûna cewherî a jinan pêş bikevin. Li ser vî esasî, hemû jinên Şengalê beriya xwarin û vexwarinê pêwîste xwe perwerde bikin û ew zanebûna azadiyê bigihînin hemû jinan.” Dîsa KJK’ê yekîtiya civaka Êzidî ya navxweyî ji bo parastin û serkeftina Şengalê weke pêwîstiyek bingehîn bi nav dike.
Berdewamiya peyama KJK’ê wiha ye;
“Em kongreya we û hemû jinên lêgerînvanên azadiyê ku tevlî kongreya we bûne bi hûrmet, hezkirin û bêrîkirineke mezin silav dikin. Ji bo tekoşîn û gelê me, di pêvajoyeke wisa dîrokî de, hûn kongreya xwe li dar dixin. Em hêvî dikin ku bibe konferansa serxistina jiyaneke demokratîk, komînal û azadiya jinê û li ser vî esasî em we pîroz dikin.
Hem weke gel hem jî weke jinên Êzidî di şexsê Dayê Gulê, Nazê, Cilan û Bêrîvanan de ku ji bo dengê me bi cîhanê bidin bihîstin û hebûna me biparêzin canê xwe feda kirin, em hemû şehîdên şoreşê bi minet bibîr tînin, soz didin ku emê mîrateya wan bi serkeftinê tacîdar bikin. Emê jin û gelê me yê Êzidî ku di 74 fermanan de hatine qetilkirin jibîr nekin, nedin jibîrkirin û teqez emê tola wana rakin.
Weke jinên Şengalê; li hemberî çanda kevneperest û dagirkeriyê hûn her tim bûn remz û pêşengên berxwedaniyê. Zarîfe Osê, Xatuna Ferxa ku pêşengên bêhempa yê dîroka berxwedaniya Êzidiya ne. Hûn jî weke berdewamiya wana ji bo pêkanîna xeyalên jina azad, welatekî azad tekoşîn dikin. Ew tekoşîna we hem li Kurdistanê hem jî li cîhanê balê dikşîne ser xwe. Tekoşîna me bi nirxên ku bi hezaran şehîdên me yên jin û mêr ku cane xwe feda kirine, Kurdiniya ku wê ji dîrokê re bimîne ava kiriye. Dîsa heman nirxan modelekî jiyana demokratîk a ku xwe dispêre azadiya jinê pêşxistiye.
Êriş bi armanca tunekirina çanda civaka dayiksalar e
Gelên cîhanê û tevgerên jinan ji berxwedaniya we ya li hemberî 74 fermanan ji xwe re hêz û mînak digrin. DAIŞ’ê ku hemû cîhanê pê nekarîbû, bi berxwedaniya ku li gel gerîlayên Tevgera Azadiya Kurdistanê, weke rêxistina parastina cewherî ya Êzidî YJŞ’ê ne tenê ji bo jinên Şengalê, ji bo hemû jinên cîhanê bû hêvî û hêza parastina cewherî ya jinan. Weke jinên gelekî ku bi hezaran salane rastî qirkirin û dagirkeriyê tên, dive em bizanibin û jibîr nekin ku, bêyî parastina me ya cewherî hebe, em nikarin hebûna xwe, nasnameya xwe, baweriya xwe, çanda xwe û zimanê xwe jiyan bikin. Bi hezaran salane armanca êrişên li dijî Şengalê û Êzidiyan tenê qirkirineke fizikî nebûn, di rastiya xwe de ji bo tinekirina çanda civaka dayiksalar û çanda jiyana komînal bû.
Perspektîfa parastina cewherî ya YJŞ’ê
Xeteriya qirkirinê ya li ser tekoşîn û gelê me hatiye sekinandin, lê siyaseta qirkirinê bi temamî xilas nebûye. Ji ber vî yekî weke hêza me ya parastina cewherî, ji bo mezinkirina YJŞ pêwîste hemle were destpêkirin. Di serî de Şengal û bi giştî weke gel jî pirsgirêkên weke bi nasname û baweriya xwe jiyankirinê, bi zimanê dayika xwe perwerde dîtinê hîna jî hene. Yanê pirsgirêkên hebûn û naskirina statûya gelê me hîn jî berdewam dike. Ew mîrateya Zarîfe Osê ku li hemberî dagirkeriyê welat, xak û hebûna xwe parast, divê her tim zindî bibe. Her jineke li Şengalê pêwîste li hemberî dagirkeriyê bibe weke Zarîfe Osê, Dayê Gulê, Nazê û Berîvan û parastina xwe û welatê xwe bike. Îro berxwedanî û perspektîfa parastina cewherî ku di şexsê YJŞ’ê de pêş dikeve, divê bigihîje hezaran kesan. Li ser vî bingehê ji bo ku fermanên nû neyin jiyankirin, dive statûya Şengalê ji aliyê qanûn û destûra bingehîn a Iraqê ve were qebûlkirin. Ji ber vê jî pêwîste em tekoşîna xwe li ser bingeha hemleyan mezin bikin.
TAJÊ, li Mezopotamya wê bibe pêşenga Ronesansa Jinê
Bangawaziya Rêber APO ya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo tevahî pirsgirêkên li Kurdistanê û Rojhilata Navîn tê jiyankirin û bi taybetî jî li hember 74 fermanên ku miletê Êzidî jiyan kiriye û dîsa ji bo lêgerînên jinên Êzidî ya azadî, hebûn û statûya xwe bersiveke girîng e. Ew bangawaziya Rêber APO dibe tolgirtina hem fermanên ku jinên Êzidî rû bi rû mane û hem jî tundîtijiya ku rojane li ser jinê tê meşandine. Li hemberî bangawaziya Rêber APO bersiva milet û jinên me yên Êzidî jî pêwîste li ser esasê pêşxistina parastina cewherî, rêxistinbûna komînal, perwerde û avakirina civaka demokratîk be. Tevgera Jin a Êzidî TAJÊ, bi avakirina civaka komînal û demokratîk ve li Mezopotamyayê wê bibe pêşenga Ronesansa Jinê.
Divê hûn bibin hêza avaker a Komara Demokratîk a Iraqê
Pêwîste hûn bi tevgerên jinan ên demokratîk re, jinên ji bawerî, çand û miletên cuda re hevgirtina xwe bi hêz bikin. Weke tevgera jinên Êzidî hûn dikarin sînorên Şengalê jî derbas bikin û li ser tevahî Iraqê bandora xwe çêkin. Tekoşîneke bibandor ku hûn bi perspektîfa Netewa Demokratîk bimeşînin, dive bikin armanc da ku hûn bibin hêza avaker a Komareke Demokratîk a Iraqê û bi jinên Iraqî re qadên tekoşîna hevpar hîn mezintir bikin. Ji bo pirsgirêkên di navbera dewletan û gelan de çareser bibin, entegrasyona demokratîk ku Rêber APO pêşxistiye, perspektîfeke bêhempa ye. Entegrasyona demokratîk encax bi qebûlkirina statûya hebûn, sazîbûn û çanda me dikare gengaz be û pêş bikeve. Teslîmiyeta ku dewlet li ser me ferz dikin ne entegrasyone.
Di avakirina yekîtiya navxweyî de rola TAJÊ pir girîng e
Li hemberî şerê cîhanê yê sêyemîn, li dijî hemû êrişên modernîteya kapîtalîst encax bi yekitiya netewî û bi perspektîfa Netewa Demokratîk em dikarin hebûna xwe biparêzin. Di pêşxistina yekitiya netewî de, avakirina yekîtiya navxweyî ya miletê Şengalê, miletê Êzidî de rola TAJÊ pir girînge. Li hemberî siyaseta dijminên me ku dixwazin di hûndir de me parçe bikin, ji hev cuda bikin, hevkariyê li ser me ferz dikin, helwest û bertek nîşandan, li derdora hestên welatparêziya civaka me û netewa demokratîk de xwe rêxistinkirin wê miletê me yê Êzidî her tim bibe serkeftinê, nahêle bin bikeve.
Zayendperestiya civakî, dîsa zext û tundûtîjiya ku zilamê serwer rojanê li ser jinê dimeşîne, êdî hatiye astekî ku tehamûl jê re nabe. Ciwan, jinên ciwan di bin bandora vê tundûtîjî û zilma zilaman ku jiyanê jehrî dikê de êdî nikarin bêhnê jî bistînin. Bi siyaseta xwekuştinên jin û zilaman ku her roj zêde dibin, bi fihûş, bi madeyên hişbir ku roj bi roj zêde dibe, bi reya sîxûrkirinê dixwazin civaka Êzidî bixînin û tine bikin. Pêwîste li hemberî her êrişekî ji wan re, bi pêşxistina rêxistinkirinekî bersiv were dayîn.
Cihê ku pergala komînan herî baş dikare bê avakirin Şengale
Civakên azad, ew civak in ku yekitiya xwe ya hûndirîn çêkirine û xwe birêxistin kirine. Civakên ku jinan di nava wê de xwe rêxistin nekiribin, hêza xwe ya cewherî, rêveberiya xwe ya cewherî pêş nexistibin, nikarin azad bibin. Civakên wiha ji bo hemû cureyên êrişan, siyaseta şerê taybet vekirî dimînin. Ji bo ku mirov hebûn, çand û nasnameya xwe bi awayekî azad jiyan bike, pêwîste rastiya jin û civakên rêxistinkirî esas bigre. Di manîfestoya dawî ya Rêber APO de perspektîfa civaka komînal ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên mirovahiyê çareseriyê pêş dixe. Di dîroka mirovahiyê de yê ku civakbûn pêşxistin ew jinên xwedawend ên Mezopotamya ne. Di vî wateyê de weke avakerên destpêkê ya jiyana komînal û çanda civakê Jinên Êzidî jî pêwîste xwedî li dîroka xwe derbikevin. Jiyana komînal a demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê şêwazekî jiyanê ye ku civak û jinên Êzidî ji dîrokê heya roja me ya îro berdewam kirine û anîne roja me ya îro.
Cihê ku pergala komînan bi awayekî herî baş dikare bê avakirin Şengale. Ji ber ku Şengal û miletê me yê Êzidî şaneya kok a civakbûnê ne. Komînên ku li ser esasê pêdiviyên xwe, jin li hev kom bibin û komînên xwe ava bikin de, wê bi xwe rêvebirina cewherî û zanebûna cewherî a jinan pêş bikevin. Em bi kelecan, eşq û bi xeyala azadiyê wan komînên ku yekitî, hevgirtin, piştgirî û zanebûna jinan tîne gel hev bi rêxistin bikin. Pêwîste yek jin jî bêrêxistinî nemîne. Encax bi rêxistinkirina komînan, em dikarin hemû êrişên li ser civaka Êzidî vala derxînin. Jin ji qada siyasî heya aborî, ji qada çandê heya ekolojiyê, ji qada perwerde heya spore di hemû qadên jiyanê de bi avakirina komînan wê civaka demokratîk ava bikin. Ne tenê li Şengalê, li Ewropa û derveyê welat jî bi xwe rêxistinkirina li derdora komînan, em dikarin çanda xwe jiyan bikin û xwe biparêzin. Li ser vî esasî em bi komîn bin, bi bûyina komînê jî civaka azad û demokratîk ava bikin. Ji bo vî jî di hemleya xwe rêxistinkirinê de, bê ku em bikevin têgihîştinên şaş ên şiklî, em rihê komînal yê xwezayî ya civakê pêş bixînin.
Zanebûna azadiyê bi perwerdeyeke jin a xweser pêş dikeve
Jiyana azad bi jina ku xwe bi zanebûna azadiyê rêxistin kiribe dikare pêş bikeve. Zanebûna azadiyê encax bi perwerdeyeke jin a xweser û xilûqkar dikare pêş bikeve. Li ser vî esasî, hemû jinên Şengalê beriya xwarin û vexwarinê pêwîste xwe perwerde bikin û ew zanebûna azadiyê bigihînin hemû jinan. Bi akademiyên jina azad pêwîste jin ji zanebûna dîrok û hebûnê heya qada siyasetê, ji qada çandê heya qada sporê dive hemû qadan veguherînin qadên azadiyê ku bikaribin xwe perwerde bikin. Ji bo jinên ciwan û zarokên keç pêwîste qadên perwerde û zanekirinê ku ji çanda kevneperest dûr bin werin avakirin. Ji bo zarok bibin şexsên azad, divê politikayên zarokan bên pêşxistin û ji bo vî yekî jî bi komînên zarokan pêwîste em armanc bikin ku ji wana re qadên perwerde, çand û lîstokan ava bikin.
Ji bo jin bikaribin qadên xwe yê jiyanê rêxistin bikin divê em armanc bikin ku ji jinan re, qadên aboriyê ava bikin. Pêwîste em bi îradeya civakê perspektîfa şaredariyê ya bi feraseteke komînal, demokratîk, ekolojîk ku ciwan û jinan dike navenda xwe li kolanan, gundan û bajaran ji nû ve rêxistin bikin. Li derdora perspektîfa ku ‘şaredarî komîne‘ divê em bi feraseta rêveberiyên xwecihî, xwe birêxistin bikin.
Hêza jinê ya bi rêxistinkirî
Bi hemû jinên cîhanê re parvekirina tekoşîna tevgera jinê ya Şengalê ku ji fermana 74’an û vir ve pêşketiye, ji bo gerdûnîbûna tekoşîna me pir girînge. Pêwîste em di asta navnetewî de, êrişên qirkirinê ku jinên Êzidî rû bi rû mane û tekoşîna ku ji bo ew sucên heyî bên dadgehkirin hîn zêdetir xurt bikin, xebatên xwe yên di vî mijarê de bi hêz birêve bibin. Di heman wextê de tevgera me ya jin TAJÊ ne tenê ji bo êrişên ku rû bi rû maye, heman demê de ji bo pergala alternatîf û ceribandinên xwe ya li hemberî hemû êrişên zilamê serdest jî, dive xebatên dîplomatîk û îttîfaqan pêş bixe. Pêwîste di vî demê de xebatên dîplomasiyê weke xebatekî herî stratejîk were bidestgirtin û ji bo serkeftina tekoşîna me politikayên têkilî, îttîfaq û vebûyinên bibandor werin pêşxistin. Yên dijî me dixwazin tekoşîna me teng bikin û me bi tenê bihêlin. Ji ber vî bi nêzikatiyeke hîn zêdetir nerm û berfireh, pêwîste em tekoşîna xwe vebêjin û li derdora tekoşîna xwe de têkilî û îttîfaqên bihêz pêş bixin. Pêwîste em nîşan bidin ku li ser erdnîgariyeke ku dixwazin tine bikin de, jinan çawa ji xweliya xwe careke din xwe zindî kirine û pergaleke ku ji hemû jinên cîhanê re hêvî ava dike pêş xistine.
Ya ku dikare pêvajoya em tê de ne û şerê ku tê jiyankirin derbas bike, tenê hêza jinê ya bi rêxistinkirî ye. Ji ber vî ‘Niha Dema Jinê ye’. Li ser esasê hemleya ku weke Tevgera Jin me daye destpê kirin, me ji bo azadiya fizikî ya Rêber Apo, ji bo çalakî, rêxistinkirin û perwerdeya jinan seferberî daye destpê kirin. Em bawer dikin ku tevgera me ya jin a Şengalê jî, ji bo serkeftina pêvajoyê bi çalakî û xebatên xûrt ve wê di mijara seferberiya perwerde û rêxistinkirinê de bigihîje biryardariyeke xurt.
Tekoşîna me ya azadiyê ku pêş dikeve û xwe rêxistin dike, wê hêz bide tekoşîna azadiya giştî jî. Bi pêşxistina demokrasiya jinê ve civak azad bibe û tekoşîna me ya azadiya jinê jî teqez bigihîje serkeftinê.
Em hemû beşdarvanên konferansê û hemû rêhevalên xwe yên jin ên li Şengalî bi hûrmet, hezkirin silav dikin, serkeftinê dixwazin.”







