'Polîtîkaya bêcezahiştinê tundiya mêr mezin dike'

  • 09:05 20 Gulan 2026
  • Rojane
Berîtan Tunç
 
ÎZMÎR - Jinan diyar kirin ku qetilkirinên jinan bi awayekî sîstematîk zêde dibin û gotin bêcezahiştin jiyana jinan tehdîd dike.
 
Qetilkirin û mirinên bi guman yên jinan roj bi roj zêde dibin û polîtîkayên bêcezahiştinê jî didomin. Li gorî daneyên ajansa me di meha Nîsanê de 25 jin û zarokek hatine qetilkirin; 14 jin û zarok jî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Jin ji aliyê mêrên herî nêzî xwe ve tên qetilkirin.
 
Jinên li Îzmîrê der barê mijarê de axivîn û diyar kirin ku bi fehskirina peymana Stenbolê re mekanîzmayên li dijî tundiyê qels bûne û banga mezinkirina têkoşînê kirin.
 
‘Bêcezahiştin jiyana jinan tehdîd dike’
 
Jina bi navê Ayşe Çîftçîel da zanîn ku mêrên tundiyê li jinan dikin piştî demekê tên berdan û jiyana jinan dikeve xetereyê û got: “Divê lêpirsînên bi bandor bên meşandin. Gumanbar tên girtin, piştî demekê tên berdan. Tundî li jinan tên kirin. Hewcedariya tu jinî bi mêr tuneye. Jin dikarin xwe biparêzin. Keda jinê tu car nayê dîtin. Jin nayên dîtin. Di plana dawî de tên hiştin. Divê jin netirsin. Jin ne tenê ne. Divê dewlet piştgiriyê bidin jinan û jinan biparêzin.”
 
‘Divê mafê jinan bê parastin’
 
Melahat Yurtkol daxuyakirin ku ji bo pêşîgirtina qetilkirina jinan divê cezayên bi bandor bên dayîn û wiha got: “Zîhniyeta serdet ya mêr rolê zayenda civakî ji nûve diafirîne. Jin û mêr wek hev in. Tundî li jinan tê kirin, jin tên qetilkirin. Cezayê vê ne çend sal, divê muebeta giran bidin ku gumanbar cesaretê negirin. Divê mafê jinan bê parastin.”
 
‘Jin xurt bibin civak jî xurt dibe’
 
Nazan Anil li ser girîngiya parastina mafê jinan sekinî û  bertek nîşanê feshkirina Peymana Stenbolê da û got: “Divê qanûnên ku jinan diparêzin hebin. Keda jinê di her qada jiyanê de heye. Jin hîmê her tiştî ye. Jin xurt bibin civak jî xurt dibe. Divê meclîs di mijara mafê jinan de gavê bavêje. Divê mafê jinan bê parastin.”
 
‘Divê hişmendî bê afirandin’
 
Îpek Aydin jî  wiha got: “Qetilkirinên jinan zêde bûne. Di seranserê dîrkê de zextên li ser jinan zêde bûn. Ev ne tenê li erdnîgariya me. Li her derê wisa bû. Guherîn ji kes destpê dike. Hişmendiya kes ji veguhertina civakî pêkan e. Divê jin di mekanîzmayên biryarê de cih bigirin. An jî wê tundî bidome. Divê jin xwe biparêzin.”
 
Emîne Oncul diyar kir ku ew tundiya li ser jinan qebûl nakin û  got divê gumanbarên ku jin û zarokan qetil dikin bi awayekî giran bên cezakirin.
 
Ozlem Hazir jî bi lêv kir ku qanûnên ku jinan diparêzin tune ne û got cîhan bi keda jinan digere lê dewlet piştgiriyeke baş nade jinan. Her wiha daxuyakirin ku divê li gumanbarên jinan cezayê bi bandor bên birîn.
 
Nevgiye Yildirim jî wiha got: “Jin li her qadê kedê didin. Jin tune bin civak li ser piyan nasekine. Divê mêr bên perwerdekirin.”
 
Neslîşah Şahîn jî wiha got: “Em bi ewle nikarin li kolanan bigerin. Ez her tim dora xwe kontrol dikim. Sedema vê jî li gumanbaran cezayên bi bandor nayên birîn û gumanbar jî cesaretê digirin.”
 
Merve Sumen jî bertek nîşanê tundiya li ser jinan da û got ew tundiyê qebûl nakin û ji bo çareseriyê jî divê nêrîna civakê biguhere.
 
Nefîde Derelî jî got divê kesên tundiyê li jinan dikin, jinan qetil dikin tevli civakê neyên kirin.