Pirtûka Şadiya Manapê ya ‘Av jî Dinivîse’ derket
- 10:30 20 Gulan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Pirtûka Şadiye Manap a bi navê “Av jî Dinivîse” ji weşanên Aryenê derket.
Pirtûka helbestan a Şadiye Manapê ya bi navê “Av jî dinivîse” ji weşanên Aryenê derket. Çapa pirtûkê ya yekem di Nîsana 2026’an de derket. Pirtûk ji 135 rûpelan û bi sedan helbestan pêk tê. Kêliyên di nava çar dîwarên girtîgehê û serpêhatiyên Şadiye Manapê, bûne hevrêyên rêzikên wê. Her helbest bi bêhna welat, hevaltî û azadiyê didin.
Şadiye Manap, di helbesteke xwe de wiha dibêje:
“Cimo dibêje:
‘herin,
Herin hevalno
Rûyê we rêwiyê rojê
Dilê we yê bêdawîtiyê ye
Dibe ku bîstekê din xwîna me biherike vê axê
An jî bedenên me
Di pêlên ferêt ên şêt de werin hingavtin
Lê zanibin ku
Hûn berfînên nûbihara zemheriyê ne
Şewata destpêkê ya dil in
Ji xwînê dilopa ewil in
Tovên ku pekiyane axê yên sifteh
Dê li ser şopa we
Bi êşa we haveyn bigirin
Bi azadiya we re
Azad bibe welatê me.”
Şadiye Manap kî ye ?
Şadiye Manap, di sala 1968’an de li gundê Xuşxuşkê yê bi ser navçeya Curnê Reş a Rihayê ji dayik bû. Li navçeya Serêkaniyê û li bajarê Dîlokê yê bakurê Kurdistanê jiya. Di sala 1991’ê de tev li refên Tevgera Azadiyê ya Kurd bû. Di sala 1992’yan de hate girtin û cezayê muebbedê lê hate birîn. Sih sal û heşt mehan di girtîgehê de ma. Şadiye Manap, piştî ji girtîgehê derketî di xebatên Tevgera Jinên Azad (TJA) de cih girt û xebatên wê didomin.







