Li Mêrdîn û Sêrtê mirina bi gûman

  • 14:35 22 Gulan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê Dîlber Soylemez û li Sêrtê jî Nesrîn Ugurel bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest da.
 
Dîlber Söylemez (18) di bin şert û mercên gumanbar de li taxa Rebetê ya navçeya Dêrikê ya Mêrdînê mirî hat dîtin. Tê îdiakirin ku Dilber Soylemez ji ber ceryanê ewgirtiye û jiyana xwe ji dest daye. Ambûlans ji bo cihê bûyerê hat gazîkirin, cenazeyê Dîlber Soylemez bir morga Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrikê.
 
Sêrt
 
Li Sêrtê, Nesrîn Ugurel piştî ku bi guman ji qata 5'an ket xwarê jiyana xwe ji dest da. Piştî agahdarkirina kesên derdorê, tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê. Piştî lêkolînê, hat destnîşankirin ku Nesrîn Ugurel jiyana xwe ji dest daye.
 
Piştî lêkolînê ji aliyê tîmên lêkolîna cihê bûyerê û dozgerê giştî ve, cenazeyê Nesrîn Ugurel ji bo otopsiyê birin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê.
 
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.