Li Cizîrê bîstanê komuna jinan hat vekirin

  • 18:50 22 Gulan 2026
  • Rojane
ŞIRNEX - Şaredariya Cizîrê bi çandina şitlên sebzeyan bîstanê komuna jinan vekir û Şaredariya Kerboranê ji bo pêşxistina çanda kevn li bajêr dest bi vekirina Mala Tendûrê kir.
 
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji aliyê şaredariyê ve Bîstanê Komuna Jinan a Binevşê hat vekirin. Cizîr beriya niha ji aliyê Lijneya Rêveberiya Demokratîk a Xwecihî ya DEM Partiyê ve weke bajarê jinê hatibû îlankirin û di vê çarçoveyê de li taxa Basîskê li ser donumek û nîv erd bîstan hat avakirin. Jinên xebatkarên Şaredariya Cizîrê li Bîstanê Komuna Jinê ya Binevşê şitlên îsot, firingî, xiyar, bacanên reş çandin.
 
Li navçeya Kerboranê jî ji aliyê şaredariyê ve li taxa Bahçebaşi Mala Tendûrê hat vekirin. Şaredariyê ji bo çanda nanê tendûrê neyê jibîrkirin dest bi vê projeyê kiriye û bi demê re dê li hemû taxên bajêr malên tendûrê veke.