‘Divê tecrîd bê rakirin û statu bê nasîn’
- 09:03 27 Gulan 2026
- Rojane
Rabîa Onver
WAN - Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt der barê banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kiriye û bandora wê ya li gel de axivî û got: “Dewletê hîna gavên şênber navêtiye. Di alî çareseriya demokratîk de divê gavên wêrek bên avêtin.”
Nîqaşên der barê pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de didomin û hîna dewletê gavên şênber navêtine. Ji ber vê jî baweriya gel bi pêvajoyê qels dibe. Daxwaza gel ji bo aştiyeke mayînde, rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, avakirina şert û mercên azadiya wî ne.
Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Wanê Gulşen Kurt der barê mijarê de axivî.
Gulşen Kurt da zanîn ku bi salan e li hember Kurdan polîtîkayên înkar û îmhayê didomin û banga ‘Aştî û civaka demokratîk’ bi gel re hêviyeke xurt ava kiriye. Gulşen Kurt ev tişt anî ziman: “Ji roja ewil heta îro Gelê Kurd xwedî li aştiyê derketiye, di heman demê de PKK’ê li ser banga Birêz Ocalan gavên pêwist avêtiye. Ev gav bi nirx û girîng in. Lê desthilatdariyê heman nêzîkatî nîşan nedaye.”
‘Mîmarê pêvajoyê di bin tecrîdê de ye’
Gulşen Kurt destnîşan kir ku li meclîsê komîsyonek hatiye avakirin û got bedewamiya gel bi raporan sînor nîne û divê gavên şênber û demokratîk bên avêtin. Gulşen Kurt wiha got: “Divê statuya Abdullah Ocalan bê nasîn û pêşiya çareseriya mayînde bê vekirin. Aliyê dewlet û desthilatdariyê pêvajoyê tenê wek gotin bikar tîne. Lê gav nayên avêtin. Divê biryarên DMME’yê pêk bên. Mîmarê pêvajoyê Birêz Abdullah Ocalan e. 27 sal in di bin tecrîdê de ye. Divê statuya Birêz Ocalan bê zelalkirin, divê akademîsyen, nivîskar, hemû alî tevli pêvajoyê bên kirin û di avakirina çareseriya demokratîk de berpisyarî bê girtin.”
‘Divê gavên wêrek û samîmî bên avêtin’
Gulşen Kurt wiha dawî lê anî: “Divê desthilatdarî xwedî li pêvajoyê derkeve, gavên şênber bavêje. Divê sererastkirinên qanûnî û hiqûqî bikevin jiyanê. Em ê bi gel re ji bo aştiyê têkoşîna xwe bidomînin.”








